Parlamentoya Sûriyeyê rûnişt û serokê xwe yê nû hilbijart

Parlamentoya Sûriyeyê rûnişt û serokê xwe yê nû hilbijart

.

A+A-

Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera îro 12ê Tîrmeha 2026an li avahiya parlamentoyê ya li paytext Şamê, beşdarî merasîma vekirina rûniştina yekem a xula nû ya Encûmena Gel bû. Di vê merasîmê de wezîrên derve, navxwe û dadê jî amade bûn.

Ehmed Şera di rûniştinê de gotarek pêşkêşî endamên parlamentoyê û amadebûyan kir. Piştre, endamên Encûmena Gel bi amadebûna Serok Şera sûnda destûrî xwarin û bi vî awayî bi fermî dest bi erkên xwe yên zagonî kirin.

Li gorî sîstema nû ya hilbijartinê, Meclisa Gel a Sûriyeyê ji 210 endaman pêk tê. Ji van endaman 140 bi rêya hilbijartinê (ji sedî 66) hatine diyarkirin, lê 70 endamên din (Sêyeka Temamker) rasterast ji aliyê Serokkomar ve li gorî desthilatên destûrî hatin destnîşankirin.

Hat diyarkirin ku ev modela parlamentoyê ne modeleke daîmî û herdemî ye; lê belê formulayeke taybet e bi qonaxa niha ya Sûriyeyê ve girêdayî ye. Armanc jê ew e ku parlamento di bin van şert û mercên awarte de bikaribe erkên xwe yên yasasaziyê bimeşîne.

Di rûniştina yekem de, Encûmena Gel a Sûriyeyê Ebdulhemîd El-Ewak wekî serokê parlamentoyê yê xula yekem hilbijart.

Ev pêngav wekî nîşana destpêkirina qonaxeke nû ya siyasî û zagonî li Sûriyeyê tê dîtin, ku piştî guhertinên mezin ên desthilatê pêk tê.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin