
Mazin Elûş: Deriyê Sêmalkayê fermî ye
.
Birêvebiriya Deriyan a Sûriyeyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê deriyekî fermî ye û vîzeya ku li wê derê tê dayîn li seranserî Sûriyeyê derbasdar e.
Birêvebirê Pêwendiyan ê Desteya Giştî ya Derî û Gumrikan a Sûriyeyê Mazin Elûş ji Tora Medyayî ya Rûdawê re şert û mercên derbasbûnê, wergirtina vîzeyan û rewşa qanûnî ya Deriyê Sêmalkayê bi hûrgilî nirxand.
Mazin Elûş li ser pirsa "Gelo welatiyên dewletên Ereban û biyanî bêyî îstisna dikarin di Deriyê Sêmalkayê re derbasî Sûriyeyê bibin an qedexeyek li ser hinek neteweyan heye?" got:
“Welatiyên dewletên cuda yên Ereban û biyanî dikarin di Deriyê Sêmalkayê re derbasî nav axa Sûriyeyê bibin.
Ji aliyê Komara Ereban a Sûriyeyê ve ti lîsteyên qedexekirinê yên ku welatiyên hinek dewletan bi taybetî armanc dikin nînin.
Derbasbûna hemû geştyaran di bin kontrola pergal û qanûnên derbasdar ên saziyên peywendîdar de ye.
Bê guman, ev yek bi bicihanîna şertên derbasbûnê û wergirtina vîzeyê ya li gorî rêzikên diyarkirî yên dewletan pêk tê.”
Wergirtina vîzeyan a li ser sînor
Elûş li ser awayê wergirtina vîzeyê ya li Deriyê Sêmalkayê û cudahiya di navbera welatên ku vîzeya rasterast werdigirin û yên ku pêwîstiya wan bi vîzeya pêşwext heye de da zanîn:
"Mekanîzmaya dayîna vîzeyan a li Deriyê Sêmalkayê, heman pergala qebûlkirî ye ku li hemû deriyên sînorî yên Komara Ereban a Sûriyeyê tê bicihanîn.
Welatiyên wan dewletên ku pergala vîzeya li ser sînor wan li xwe digire, piştî temamkirina kar û barên rutîn û dayîna xercên diyarkirî, dikarin vîzeya xwe ya derbasbûnê rasterast li deriyê sînorî wergirin.
Lê belê, welatiyên wan dewletên ku pêwîstiya wan bi erêkirin an jî vîzeya pêşwext heye, divê beriya geştê vîzeya xwe bi rêya nûnertiyên dîplomatîk ên Sûriyeyê yan jî bi rêya Wezareta Karên Derve û Koçberan bi dest bixin.
Ji ber ku ne pêkan e ev vîze rasterast li ser sînor werin dayîn."
Mercên derbasbûna rojnamegeran
Mazin Elûş li ser rêkarên îdarî û qanûnî yên ji bo derbasbûna rojnameger û tîmên ragihandinê yên biyanî jî ev agahî dan:
"Derbasbûna rojnameger û tîmên ragihandinê yên biyanî di Deriyê Sêmalkayê re li gorî qanûn û rêzikên derbasdar tê kirin.
Divê rojnamegerên biyanî pêşwext li gel Birêvebiriya Ragihandina Derve ya Wezareta Ragihandinê hevahengiyê bikin.
Ev birêvebirî nivîseke fermî ya erêkirinê derdixe û ji deriyên sînorî re dişîne ku destûrê bide derbasbûna wan.
Bêyî temamkirina vê rêkarê, destûr nayê dayîn ku rojnamegerên biyanî derbas bibin lê gava ku erêkirina fermî digihe sînor, rojnameger an jî tîma ragihandinê li gorî qanûnan ji dayîna xercên derbasbûnê tên bexşandin."
"Vîzeya Sêmalkayê li hemû parêzgehan derbasdar e"
Mazin Elûş li ser pirsa gelo Deriyê Sêmalkayê ji aliyê hikûmeta demkî ya Şamê ve wekî deriyekî fermî tê naskirin û mohra wê destûrê dide ku mirov biçe parêzgehên din ên Sûriyeyê, bi zelalî destnîşan kir ku derî bi temamî fermî ye û got:
"Deriyê Sêmalkayê deriyekî sînorî yê fermî ye û ser bi Desteya Giştî ya Derî û Gumrikan ve ye.
Hemû rêkarên derbasbûna geştyaran û karên gumrikê li gorî qanûn û rêzikên derbasdar ên Komara Ereban a Sûriyeyê lê tên bicihanîn.
Her wiha, mohr û vîzeyên ku ji vî derî tên dayîn wekî belgeyên fermî û qebûlkirî tên dîtin.
Ev belge, bêyî ku hewcedarî bi rêkarên lihevkirinê yan erêkirinên zêdetir hebe, mafê çûn û hatina nav axa Sûriyeyê û serdana parêzgehên cuda dide xwediyê xwe.
Helbet, bi şertê ku pêbendî qanûnên rûniştinê û rêzikên derbasdar bin."
RUDAW

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin