Lîstika bi kurdî 'Bêrû' li Rihayê jî hat qedexe kirin

Lîstika bi kurdî 'Bêrû' li Rihayê jî hat qedexe kirin

.

A+A-

Bi mêvandariya Baroya Rihayê dawiya vê hefteyê li Rihayê dê lîstika "Bêrû" bihata lîstin lê lîstik hat qedexekirin.

Lîstika Teatra Jiyana Nû (TJN) ya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) "Bêrû" meha borî di nav bernameya Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de bû lê Qeymeqamiya Gazîosmanpaşayê lîstina wê qedexe kir. Bêrû ya ku heta niha li gelek cihan hatiye lîstin dawiya vê hefteyê dê li Rihayê bihata lîstin. Organîzasyona wê Baroya Rihayê kiribû û lîst dê li Salona Tahir Elçî ya Baroyê bihata lîstin. Lê îro Walîtiya Rihayê lîstik qedexe kir. Walîtiya Rihayê wisa biryar da: "Lîstina lîstikê li navneda Rihayê û navçeyên wê, li hemû erdnîgariya Rihayê bê dem hatiye qedexekirin."

TJN'ê li ser qedexeyê agahiyeke nivîskî weşand û got ku ew wekî TJN qedexeyan qebûl nakin û ewê hunera xwe ya bi zimanê zikmakî û lîstikên xwe bi her awayî bilîzin, bi hêviya hevdîtinên azad û bê qedexe û bê sansur.

Lîstika "Bêrû" ji aliyê nivîskarê îtalî Dario Fo ve hatiye nivîsandin û Dilawer Zeraq wergerandiye kurdî. Lîstika ku Nazmi Karaman derhêneriya wê kiriye di van sê salên dawî de li gelek cihan hatibû lîstin û her wiha li Moskovayê jî Xelata Şanoyê ya Navneteweyî ya Serketî girtibû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin