Xidir ÛSO

Xidir ÛSO

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Li Zîndana Amed Berxwedana 3. Çile 1984

A+A-

 Xidir ÛSO

Wek tê zanîn di dema tekoşîna çekdarî û Otonomîya Başûrê Kurdistanê, li perçê din û bi taybetî li Bakurê Kurdistanê jî tevgera Kurd di salên 1960`an bi avabûna PDKT û DDKO`yan, di salê 1970`yan avabûna weşanxane û partiyên Kurd yên serxwebûnxwaz tevgera Kurd bû girse û pêşde ket. Ji bo ku armanca dewleta Tirk asîmîlasyon û tunekirina miletê Kurd bû, ev rêxistinî, xebat û çalakiya tevgera Kurd, dewleta Tirk xist nava tirs û fikaran. Dewleta tirk, ji bo piştgiriyê ji miletê xwe û dewletê dostên xwe bistîne, siyaseta komplo ya handana rêxistinên çepgir û rastgir, tevkujîyên dijî Elawîyan, berahevdana rêxistinên Tirk û Kurdan û Kurdan xwebixwe pêkanî.

Dewleta Tirk, piştî salên 1970`yan civatên Enedol û Kurdistanê bi şer, pevçûn û suîqastan terorîze kir û wek hêncet di 12 Îlon 1980 de derba leşkerî pêkanî.

Piştî derba leşkerî, Kurdistan tev kir zîndanek vekirî; ji herkesê lê hatibû dan (Îxbarkirin) çek xwestin. Bi hênceta merivên şoreşgêr, mahkûm yan leşkerî nekirine xelkê Kurd li gund û bajaran, qereqol û girtîgehan, di îşkenceyên giran re derbaskirin.

Bi giranî ciwan, çi Kurdekî bi rêxistinî an ne bi rêxistinî, doza mafê Kurd û rizgariya Kurdistan kiribû, tev girtin binçavan û kirin zîndanê. Li Amedê hefsxana Tîpa E ya 5 Nolî jibo 350 kesî nuh hatibû avakirin. Ji 4 blok, 80 hucre û 40 qawîşan pêkdihat.

Zîndana 5 Nolî, jibo welatperwerên Kurd wek navendek pîlot/armanckirî hatibû amadekirin. Ji Enedol û Kurdistanê tevdê girtîyên Kurd li vê zîndanê civandin. Ez baş hejmara wê nizanim, lê bi hezaran mirov xistin vê zîndanê. Çimkî cot-ranzê hesin têrî girtiyan nekirin, li dewsa wan ranzeyan, bi daran textê bi hev ve yên du qat û sê qat danîn. Dema razanê, em êdî wek alavên li refika di rex hev de veketin.

Li vê zîndanê wek rêvebir ekîbekî taybet dest bi kar kir. Temamê pêdivîyên jîyanê ji ser me birrîn. Her tişt bi qasî em nemirin, lê lawaz û qels bikevin eyarkirin. Mîna ezmûna beqa di nav ava sar de tu hêdî hêdî avê lê germ bike heta bikele û bimire; bi profesyonelî dest bi îşkencê kirin. Bi duayê xwarin û “spora leşkerî” dest bi ferman û îşkencê kirin.  Êdî her ku dem pêşve çû her sanîya me bi îşkencê dagirtin. Çawa li leşkerîya xwe, miamela hêsîr û kola bi hemî xortên Kurdan dikirin û bi rêya talîma leşkerî li wan îşkence dikirin, li vê zîndanê jî fermandarê Tirk Esat Oktay Yildiran ji me re digot: hûn ji niha û pêve leşkerê dewleta Tirk in. Ne tenê bi jop, dar, hesin û xertûman li me îşkence kirin; me xistin koncalên pîsî, me her roj di nav berf û qeşayê yan kelikela germa havînê şilfî tazî kirin bi kesayet û xîreta me lîstin. Xwarin, vexwarin, av, çay, çixare, raketin, rabûn û rûniştin, destav, xew, serdan, dadgeh, lêgerîna qawîqê, parastin, parêzger, kantîn, serşo, cilşo çi bê hişê meriv tev wek rêbazek îşkencê bi karanîn.

Ji van kiryaran armanca rêvebirên dewleta Tirk, lawazkirin û tunekirina tevgera rizgariya miletê Kurd bû. Ew endam, kadir û rêvebirên di çavê miletê Kurd de wek nûnerê rêxistinî û tekoşîna azadiya Kurd hatibûn naskirin, di çavê civata Kurd de wan rezîl û riswa bike. Wek merivên qels û bê kesayet rêbidin. Hest û daxwaza rizgariya Kurdistan di dil û hişê milet de bişkînin.

Hin rêber û kadirên Kurd derxistin lêpirsîn û îşkenceyên mikurhatin û pesnê dewletê li dadgehan, hin derxistin hoperloyan û jibo gohdariya hêsîran, pesnê dewleta xwe bi darê zorê bi wan da xwendin, hin derxistin ber kamerayên tlevîzyonan, hin ji segên xwe re xistin temenê û silavê, lê bi ser neketin. Şoreşger û welatperwerên Kurd bi berxwedan, rojiyên mirinê, xwe şewitandin û parastinên sîyasî bersîva wan da.

Di zîndana Amedê de du serhildan û berxwedanên giştî ku temamê hêsîran beşdar bû pêkhat. Ya pêşî ez jê re dibêm SERHILDANA 5 Îlon 1983. Ya din jî BERXWEDANA 3. Çile.

Bi bilindbûna dengê duruşmên Bijî Azadî! Xîreta Mirovîyê wê zora îşkencê bibe! Bimre Îşkence! bi yek deng û durişman deng bi temamê zîndanê ket. Êdî mirin jî ne xema hêsîran bû! Çimkî me çendîn xwe tewand wan bêtir pê li me kirin. Xwestin ne tenê Kurdbûn û welatperwerîya me, ewçend pê li kesayeta me kirin ku xwestin mirovîya me jî ji me bistînin! Wan jî vê yeka famkir; ya wê komkujîyek pêkbaniyana yan wê wek taktîk devji me berdana. Rêzek generalên ji rutbeyan mil qerebalix, li navkoya qawîşan çend mase danîn, wek hayê wan ji tiştekî tune be, îfadeyên me girtin û me ji nûh de tevlîhev kirin û li qawîşa belav kirin. Generalan negotin: “hayê me ji îşkenceyên vê hefsê tune ye!” lê gotin: “dê ji niha û pêde li we nema îşkence bêt kirin!”

Wek fermandarê hundir Esad Oktay Yildiran hatibû guhertin; lê gerînende (mudur) yê zîndanê Bîrol Şen her roj wek serxweşa, heta destê sibehê ranediza, bela xwe dime dida, li me û hênceta digerîya da ku bûyerekê derxe ku dîsa îşkenca berê bi şûnde bîne.

Roja 3 Çile 1984 him li çûn û hatina dadgehê û him jî li ciyê serdanê gardiyanê leşker êrîşî hêsîrên Kurd kir; loma ber êvarî dîsa dengê durişman li zîndana 5 Nolu belav bû û berxwedan destpêkir.

Di vê berxwedanê de pir bi şîdet bi ser me de hatin. Cilên yek “tîp”; naşorê ku di boyaxa şîn dakiribûn jî anîn û gotin: “hûnê van cilên Yek-Tîp li xwe bikin!” Helbet me redkir!

Di vê berxwedanê de zêdetir ji dused kesî ket rojiya mirinê. Necmetîn Buyukkaya bi îşkencê kuştin. Yilmaz Demîr û Remzî Aytur jibo dawîanîna êrîş û îşkenceyan, bi çalakiya şermezarkirinê dawî li jîyana xwe anîn. Bi şewitandina xwe û ya qawîşan gelek meriv giran birîndar bûn. Bi rojiya mirinê Cemal Arat û Orhan Keskîn jiyana xwe ji dest dan. Cemal Mîran û Recep Maraşli û çend kesên din felc derbaskirin û bi seqetiyên giran rûbirû man.

Dewleta Tirk êdî baş têgihaşt ya wê nîvê hêsîrên Kurd bikuje yan jî wê ligel wan êdî wek hêsîrên siyasî tevbigere.

Silav, rûmet û şanazî jibo berxwedar û şehîdên Zîndana Amedê!

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin