Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Pîrozîbahiya 70mîn salvegera rojbûna hevalê Îskender Ediz-Hambühren

A+A-

Kemal Tolan

Keç û kurên birayê Îskender Edîz, ji bo ku bavê xwe di 70mîn salvegera rojbûna wî de ji nişkeva şabikin, bêyî zanîna wî gelek ji me heval û endamên malbata xwe vexwandibûne xwaringeha li bajarokê Hambüren ê  . Di roja 02.01.2026 de bi hevre dibêjin, bavo keremke em dixwazin îro bi te re herin li xwaringehekê nanê nîvrojê bixwin. Gava bavê xwe di seat 13:00 de tînin û ew derbasî nav hola xwaringehê bû, ew î em  gelek heval û endamên malbata xwe li virê kombûne dît, ji dilşahiyê sitêrk ji çavên wî bariyan. Kekê Îskender piştî kelecanê hat rahîşte destên me û em yek bi yek himbêzkir.

9d9ae494-62a6-4f6c-8c1a-c0b3d20043bb.jpg

Bêguman ez nikarim tevaya heval û mêvanên kekê Îskender , yên wekî  Prof. Dr. Ali Seyrek tevî xanima hevjîna xwe ji Tirkiyê hatî, serokê „Civaka Kurd li Almanya „ yê berê birêz Mehmet Tanriverdi û hwd hatibûn birêz bikim(Gelek ji me jî di wênan de diyar in)

Piştî  xwarina nan, min hinek ji vê hevpeyvînê raberî beşdaran kir û helbesta xwe jê re xwand.

„Îskender 70 sal derbas bûn hevalê min,

ciwanî û jiyana rengîn çûn,

niha hestiyên te dikin qirçîn, 

êş di damarên te didine cirîdan,

carnan di teqin mîna birûskan,

weke bahozê bilind û nizim dibin.

 

Lê ez baş dizanim, berxwedan

û hezkirina te ji wan gelekî mezintirin

Tu hevalekî berxwedar, hezkirî  û serbilindî

hêvî dikim tu yê her dem ê wisa serkevtî bînî.

Ez ji te re temenekî dirêj û aremiyê dixwazim,

Rojbûna te pîroz be hevalê ciwaniya min“

 

Di pey min ra , peyama zarokên ku wî amadekiribûn hate xwandin „

„Bavê me Îskender, di navbera salên 80 û 90î de gelekî mijûl bû ku, tevahiya malbata xwe ji Tirkiyeyê anî vir da ku ew jî jiyanek ewle ava bike.

Bawerkirin dijwar e, lê bavê me Îskender, mirovekî malbatî ye, her çend ew hez neke ku vê yekê nîşan bide jî. Ew ji her kesê malbata xwe bi awayê xwe hez dike.

Di salên 90î de, wî dest bi karê xwaringehê kir û her du birayên xwe, Sînan û Turki, anîn ser kar. Bi hev re, wan Otêl û Xwaringeha Monopol birêve birin, ku di salên 1998/99an de ji ber rêwîtiya dirêj a birayan û sedemên malbatî hate girtin.

Lê wekî ku em hemî dizanin, ew nikare bêyî karê xwaringehê bijî, û di dawiyê de, bi Siran û Orhan re, wî xwaringeha Primavera ji hevalê xwe yê baş Îsaak girt. Bi Orhan wek aşpêj û Siran wek garson, wan bi serkeftî Primavera li Mauernstraße 35 heta sala 2008an birêve birin, heta ku restoranteke hîn mezintir li aliyê din ê kolanê vala bû. Iskender rîska kirîna wê girt ser xwe da ku Primavera hîn bêtir berfireh bike. Piştî hevkariyeke serketî bi zavayê xwe Orhan re, ew di sala 2008an de ji hev veqetiyan û restoranta Artemis vekirin.

Malbata me û ya wan berdewam kir ku Primavera birêve bibin, wê berfireh bikin û modernîze bikin. Gelek dostaniyên nû çêbûn, û gelek bîranînên erênî û neyînî hatin afirandin.“

 

Ciyê dilxweşiya min e ku, ciwanên me heval û endamên malbatê ji bo pîrozbahiya rojbûnê tînine cem hevûdinê

https://www.facebook.com/KemTolan/posts/pfbid0235H3SWsmy6RHXhxmotsLojZes4a8u4bBFcGnc4FEbiiN3N4yuaSfTeuz5svrXZEEl?locale=de_DE

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin