Li Wanê gora jineke Urartuyî bi nexş û zînetan wê ve hat derxistin

Li Wanê gora jineke Urartuyî bi nexş û zînetan wê ve hat derxistin

Li navçeya Payîzava ya Wana Bakurê Kurdistanê di Kelha Çavuştepeyê de ku sê sal berê xebatên kolanê hatibû destpêkirin, mirîgehek hat dîtin. Di mirîgehê de gora jineke esilzade ya Urartu bi xeml û xişrên wê ve hat dîtin.

A+A-

Bi serokatiya Serokê Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Edebiyata Zanîngeha Yuzuncu Yilê li Wanê Prof. Dr. Rafet Çavuşoglu û akademîsyenên pispor xebatên kolandinê  kelha dîrokî berdewam in.

3 sal berê mirîgehek ku li gor nirxandinê çîna rêvebirên Urartuyan lê hatine çalkirin, hat derxistin. Di kolandina  mirîgehê de rufatên jinekê hat dîtin. Di beşa guhê rufatê de guhar, di tiliya wê ya destê çepê de gustîl, di stûyê wê de gerdanî, derziya xemlê ya serê wê xaşxaşî û di her du zendên wê de bazinên ku serê wan ejder in, hat dîtin.

Antropolog di laboratuvarê de li ser rufatê lêkolînê dikin ku sedema mirina wê û emrê wê kifş bikin.

Rafet Çavuşoglu diyar kir, wan di 2017an de li qada mirîgeh dest bi kolandinê kir û ew rastî agahiyên pir girîng hatin.

Çavuşoglu destnîşan kir, wan fêm kir ku di edetên çalkirina Urartuyan de xeml û xişir çi qas girîng e û wiha axivî: “Herî dawî gora ku me derxist holê ya jineke 20-25 salî ye. Li vê derê ya girîng ew ku jinik bi hemû xeml û xişrên xwe hatiye çalkirin. Hema bêje li ser îskeletê seta xeml û xişrê heye. Ev nîşan dide ku jinên Urartuyan xwe pir dixemilandin. Me tesbît kir ku îskelet ya jineke esilzade ye. Lewra di her du zendên wê de bazin, di tiliya destê wê ya çepê de gustîleke bronz, du herdu guhên wê de guhar, di gerdena wê de derziya xemlê û gerdeniyeke ku ji kevirên biqîmet hatiye çêkirin, heye. Tê fêmkirin ku bi hemû xeml û xişrên wê yên ku rojane bi kar tîne ve hatiye çalkirin. Xaleke din a girîng jî dide nîşan ku jinên Urartuyan ji xeml û xişrê pir hez dikin.”

Çavuşoglu herwiha da zanîn qîmeta ku Urartuyan daye jinê di goran de jî dertê holê û got: “Li vê derê tişta herî girîng, gor ne ya gelê ji rêzê ye, yên jin û malbatên rêvebiran e. Gustîla tiliya wê ya destê çepê vê taybetiyê nîşan dide. Em bi vê gustîlê ve belkî cara ewil di kolanên arkeolojîk de rast tên ku gustîl weke peymana zewacê ye.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin