Li Wanê agir bi Bazara Rûs ket: Gelek dikan şewitîn

Li Wanê agir bi Bazara Rûs ket: Gelek dikan şewitîn

.

A+A-

Ji ber sedemeke ne diyar, li navçeya Qelqeliyê ya Wana Bakurê Kurdistanê, agir bi Bazara Rûs ket û di encamê de gelek dikan şewitîn. 

Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê, di saetên serê sibehê de ji ber sedemek ne diyar agir bi Bazara Rûs a ya li navenda navçeyê ket û gelek dikan şewitîn. Agirkujek tenê mudaxaleyî şewatê kir. Li gel talûkeyê jî xwediyên dikanan ji bo rizgarkirina amûrên xwe ketin dikanên xwe.  

Şewata ku li gelek dikanan berbelav bûye hê jî didome.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin