Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di rojekê de 217 kes bi Coronayê mirin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di rojekê de 217 kes bi Coronayê mirin

.

A+A-

Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 31 hezar û 712 pêketiyên vîrusa Coronayê hatin tomarkirin û herwiha 217 kes jî bi virûsê mirin ku ev rekorek nû ye.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê, Fahrettin Koca amarên nû yên Coronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir.

Fahrettin Koca diyar kir, ku di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 6 hezar û 213 pêketiyên nîşanê, bi giştî 31 hezar û 712 kes bi Coronayê ketine.

Her li gor amarên nû, ji duh ve heta îro 217 kes ji pêketiyên Coronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 5 hezar û 846 kes ji nexweşên Coronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 558 hezar û 517 kesan û 15 hezar û 531 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 447 hezar û 361 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 20 milyon û 294 hezar û 377 pişkinînên Coronayê hatine pêkanîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin