Li Srî Lankayê 8 teqîn: 290 kuştî!

Li Srî Lankayê 8 teqîn: 290 kuştî!

Îro li welatê Asyaya Başûr Srî Lankayê 8 teqîn qewimîn û di encamê da, bi kêmanî 290 kesan canê xwe ji dest dan û 500 kes jî birîndar bûn.

A+A-

Hat ragihandin îro 21ê Avrêlê ku pîrozbahîya Cejna Paskalyayê bû, Li Srî Lankayê li pey hev 8 teqîn encam dan.

6 Teqînên pêşî li Kolomboya paytext û li bajarê Negomboyê 3 otel û 3 dêr hedef girtin. Piştî van teqînan li nêzîkî Kolomboyê jî 2 teqînên din jî çêbûn.

Di encama van 8 teqînan de bi kêmanî 290 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetirî 500 kes jî birîndar bûn.

Piştî teqînan hikûmeta Srî Lankayê qedexeya derketina derve ragihand û torên civakî jî hatin birrîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin