
Li Sêweregê komeleya ZIWAN-KURD vebû
ZIWAN-KURD li Sêweregê bi xebateke komunal ava bû. Merasîma vekirina komeleyê pêk hat.
Komeleya Pêşxistin û Lêkolînkirina Ziman, Çand û Hunera Kurdî (ZIWAN-KURD) ku li Sêwerega Rihayê bi xebateke komunal ava bû, hate vekirin.
Partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, nûnerên saziyan û gelek kes tev li vekirina komeleyê bûn. Hunermend Hediye Kalkan, Aylîn Demîrkiran û Hozan Şervan jî di vekirina komeleyê de stran gotin.
Di vekirina komeleyê de govend hate gerandin, tililî hatin avêtin û pankartên “Dar bi ser kokê xo, merdim bi ziwanê xo beno a kiho”, “Kurdno! An nebêjin em Kurd in an jî bi zimanê xwe biaxivin” û “Bi civaka demokratîk ber bi jiyana komunalîst ve" hatin hilgirtin.
Her wiha dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Ziman jiyan, azadî”, “Bê ziman jiyan nabe”, “Bijî Kurd û Kurdistan” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
"Divê em li zimanê xwe xwedî derkevin"

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan di vekirina komeleyê de axivî û got:
“Gelê Kurd, hebûna xwe bi çand, huner û zimanê xwe parast. Divê hîç kesek têkoşîn û hewldanên gelê Kurd biçûk nebîne. Heta ev komeleye hatî avakirin gelek pirsgirêk hatin jiyîn. Xelkê Sêweregê xelkekî têkoşer e. Bi sedan sala ye li ser Kurdî hewldanên asîmîlasyonê hene. Divê em xwedî li çand, ziman û têkoşîna xwe derkevin. Divê Kurdî li tevahiya Kurdistanê û Tirkiyeyê belav bibe û em bidin jiyîn. Hewce dike em li her derê xwedî li çand, ziman û hunera xwe derkevin. Ji bo ziman divê komele bên avakirin û ev komele li seranserî Rojhilata Navîn belav bibin. Heke ziman nebe em ê roj bi roj ji hebûna xwe dûr bikevin.”
Piştî axaftinan û stranan, komele bi pêşengtiya Dayikên Aştiyê hate vekirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin