
Peter Galbraith: Bêyî Kurdan hikûmet li Iraqê ava nabe
.
Dîplomatkarê berê yê Amerîkayê Peter Galbraith piştgiriya xwe ya tam ji bo mercên Serok Mesûd Barzanî yên derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê ragihand. Galbraith hişyarî da ku bêyî Kurdan û bi taybetî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), hikûmeta Iraqê ava nabe.
Peter Galbraith di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re li ser rewşa siyasî ya Iraqê û peywendiyên bi Herêma Kurdistanê re axivî û tekez kir ku peyama Serok Barzanî ya derbarê pêkanîna destûrê de pir zelal û girîng e.
Herwiha got: "Diviyabû rêveberiya niha ya Amerîkayê cîbicîkirina destûrê li ser Iraqê bikira merc. Divê destûr bê cîbicîkirin, Encûmena Federalî bê avakirin û dadgeheke destûrî ya rastîn hebe, ku 20 sal in hikûmeta federal ev yek paşguh kirine."
Derbarê helwesta Amerîkayê de, dîplomatkarê berê diyar kir ku Washington rê nade komên çekdar ên derveyî yasayê beşdarî hikûmetê bibin. Herwiha got jî: "Amerîka merc daniye ku nabe komên çekdar ên derqanûnî di hikûmetê de cih bigirin, ji ber ku Amerîka dixwaze hikûmeta bê dûrî destwerdana derve be."
Peter Galbraith bal kişand ser pêgeha bihêz a Kurdan û got: "Li Iraqê bêyî beşdariya Herêma Kurdistanê ti hikûmetek ava nabe, bi taybetî ku PDK wekî partî herî zêde deng li ser asta Iraqê bidest xistine."
Galbraith pesnê peywendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê da û got ku ev peywendî dîrokî ne û vedigerin sala 1991ê. Wî Herêma Kurdistanê wekî "tekane cihê aram li navçeyê" û hevbeşekî nêzîk ê Amerîkayê pênase kir û got: "Amerîkî Kurdistanê gelekî hez dikin."
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin