Rapor diçe Bexdayê: Kê êrişî Kormorê kir?

Rapor diçe Bexdayê: Kê êrişî Kormorê kir?

.

A+A-

Rapora komîteya lêkolînê ya derbarê êrişa li Qada Gazê ya Kormorê dê di nava 48 demjimêrên bê de radestî Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî were kirin.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji raporê bi dest xistine, komeke çekdar a ku navê wê hatiye destnîşankirin ji Xurmatûyê û ji dûrahiya nêzîkî 30 kîlometreyî bi mûşekên Grad êrişî Qada Gazê ya Kormorê kiriye.

Her wiha dronek jî ber bi qadê hatiye şandin lê li derveyî depoan teqiyaye û li hedefê neketiye.

Sîstema M-SAMê û bêparhiştina Kurdistanê

Îraq ji bo rûbirûbûna êrişên dron û mûşekan, destpêka sala nû dê bibe xwediyê sîstema parastina asmanî ya (M-SAM) a Koreya Başûr.

Şiyaneke bihêz a vê sîstemê ya bersivdana êrişên asmanî heye lê li gorî zanyariyên Rûdawê heta vê kêliyê Herêma Kurdistanê ji dabînkirina vê sîstemê bêpar hatiye hiştin.

Alîkarê Serokê Parlamentoya Îraqê yê Serdema Pêncemîn Şaxewan Ebdulah li ser vê mijarê ji Rûdawê re ragihand:

"Şiyana wan hêzên ku çekên wan hene, ji Kormorê jî dûrtir digire.

Rast e Kormor ji hêza yekem a parastinê ya hêzên Îraqê tenê 15 heta 20 kîlometreyan dûr e lê destê wan digihêje her derê.

Lewra hebûna sîstemeke parastinê ya bi rêk û pêk ku bikaribe wê binesaziya aborî ya mezin a Herêma Kurdistanê biparêze, gelekî girîng e."

Sîstem dê destpêka sala bê bigihêje

Li aliyê din, Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Îraqê Tehsîn Xefacî li ser sîstema nû wiha got:

"Em gihiştine qonaxeke gelekî baş û pêşketî da ku sîstema parastinê ya (M-SAM) bigihêje destê me.

Ew sîstem gelekî bi pêşketî ye û bi hûrgilî li hedefan dide, her wiha şiyana wê ya berxwedanê li hemberî her tevliheviyekê (jamming) ku tê xistin gelekî xurt e."

Xefacî amaje bi wê yekê jî kir ku ew sîstema parastinê ji Koreya Başûr tê kirîn û destpêka sala bê digihêje Îraqê û dê ji aliyê hêzên Îraqî ve ji bo "parastina ax û niştiman" were bikaranîn.

Her çi qasî komên çekdar ên 'Bereya Muqawemeyê' ji ber êrişa li Kormorê tên tohmetbarkirin jî lê wê bereyê bi fermî û bi rêya daxuyaniyekê bi tundî red kir ku wan ew êriş pêk anîbe.

Bereya Muqawemeyê gotibû, "Di ajandaya me de nîne ku em ti pêgeheke sivîl bikin armanc û berê çekên me li dagirkeran e."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin