Serokê PWKyê: Biryara çekdanînê ya PKKyê di berjewendiya gelê Kurd de ye

Serokê PWKyê: Biryara çekdanînê ya PKKyê di berjewendiya gelê Kurd de ye

.

A+A-

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk ragihand ku biryara çekdanînê ya PKKyê di berjewendiya gelê Kurd de ye.

Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk li Kopenhaga paytexta Danîmarkayê semînerek li dar xist û pêvajoya  li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û rewşa her çar parçeyên Kurdistanê nirxand.

Semîner roja 29ê Çiriya Paşîn a 2025an hat lidarxistin û nûnerên gelek partiyên Kurdan beşdar bûn.

Di nav beşdaran de nûnerên PDK, PDK-Îran, HAK-PAR, PDK-Bakur, Komela, ENKS (PDK-S, Partiya Pêşverû, El Partî) û Şepêla Pêşerojê cih girtin.

Her wiha PSK û Partiya Yekîtî (El Wehda) jî peyamên piştevaniyê şandin.

"Hevdîtinên li pişt deriyan"

Mustafa Ozçelîk di axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtinên di navbera dewleta Tirkiyeyê û Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan de.

Ozçelîk ev hevdîtin wekî "neşefaf" pênase kir û got:

"Niha li pişt deriyan, bi awayekî dizî ku kes nizane çi dibe û dê çi bibe, di navbera dewleta Tirkiyeyê û Ocalan de hevdîtin hene."

Mercên aştiya rasteqîn

Serokê PWKyê helwesta partiya xwe ya li ser çekdanîna PKKyê û gavên aştiyê zelal kir.

Ozçelîk diyar kir ku çekdanîna PKKyê di berjewendiya gelê Kurd de ye û şertên aştiyeke rastîn wiha rêz kirin:

"Em dixwazin 'Mafê Hêviyê' ji Ocalanî re derkeve. Divê Selahattîn Demîrtaş û hemû girtiyên siyasî bên berdan.

Her wiha divê kesên ji ber fikrên xwe ceza xwarine bên berdan û gerîlayên çekên xwe danîne bi awayekî azad vegerin welatê xwe.

Lê mixabin ne daxuyaniyên Erdogan, Bahçelî û rayedarên Dewleta Tirkiyeyê, ne jî daxuyaniyên Ocalanî tu nîşaneyekê naxe destên me ku em vê pêvajoyê weke “pêvajoya aştî, çareserî, demokrasi û azadiyê” pênase bikin."

"Projeya Tirkiyeya Bêteror"

Mustafa Ozçelîk anî ziman ku armanca projeya "Tirkiyeya Bêteror" a ku Erdogan û Bahçelî dimeşînin, ne çareserî ye.

Li gorî Ozçelîk, armanca sereke astengkirina destkeftiyên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê ye.

Ozçelîk derbarê vê yekê wiha pê de çû:

"Bi ya me, armanca sereke ew e ku li Rojavayê Kurdistanê bi alîkariya Ocalan, rê li ber bidestxistina statuyeke siyasî bigirin.

Eger ev nebe jî dixwazin van mafan di asta herî kêm de sînordar bikin û şansa berdewamiya serokkomariya Erdoganî xurt bikin."

"Pirs ne tenê pirsa rêxistinekê ye"

Mustafa Ozçelîk tekez kir ku nabe qedera 30 milyon Kurdan di hevdîtinên neşefaf de bê hepiskirin.

Wî li ser vê yekê jî got, "Pirs, pirsa miletekî ye, ne tenê pirsa rêxistinekê yan jî serokê rêxistinekê ye. Divê hemû aliyên siyasî û sivîl bibin mixatab."

Mustafa Ozçelîk ji bo vê rewş û pêvajoya ku Bakurê Kurdistanê tê de derbas dibe, hem girîngiya tifaqa stratejîk a Kurdistanî û hem jî girîngiya hevkariyeke berfireh a li ser daxwazên acîl ên miletê Kurd anî zimên.

Piştgiriya ji bo Rojava û Başûr

Ozçelîk piştgiriya PWKyê ji bo şandeya hevbeş a Rojavayê Kurdistanê ku di konferansa 26ê Nîsana 2025an a li Qamişloyê de hatibû diyarkirin, ducare kir.

Serokê PWKyê her wiha bal kişand ser Herêma Kurdistanê û got:

"Destkeftiya federe ya li Başûrê Kurdistanê destkeftiya hemû Kurdên cîhanê ye.

Pêwîst e hikûmeteke hevbeş bê avakirin ku karibe Pêşmerge, aborî û dîplomasiyê bike yek."

Ozçelîk di dawiyê de bangî partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî kir ku ji bo firsendên dîrokî yekrêziya xwe ava bikin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin