Li ser(Jibo) Neteweevînîyê / 5 Ağustos 2019 / İsmail Beşikçi
SIDDIK BOZARSLAN
Di van salên dawîyê da gotinek ku zêde tê axiftin, rexnexistin, gotina neteweevînîyê ye. Bi qeneeta min herî zêde jî kurd li ser diaxifin, gengeşe dikin, rexne lêdixin. Kurd zêdetir di çarçoveya ”Ez ne neteweevîn in. Ez li dijê neteweevînîyê me.” da diaxifin.
Dema zanayekî tirk, çepekî tirk; ”Ez ne neteweevîn in, ez li dijê neteweevînîyê me” dibêje, ev rewşeke ku mirov têdigihîje. Ji ber ku ew xwedîyê dewletek e. Welatê wî di bin dagirkerîyê da nîne. Qedexeyek li ser ziman û kultûra wî tune. Ew xwedîyê hemî mafan e ku ji çêbûna tirkîtîyê, ji çêbûna civatî ya tirkîtîyê peyda bûne. Dezgahên dewletê, di serî da perwerdeya neteweyî, îdareya giştî / kamû, di wê çarçoveyê da hêjayîyên neteweyî tên parastin, tên teşwîqkirin û bi awayeke çalak xebat tên kirin.
Lê kurd xwedîyê tu mafan nînin. Di seranserê dîroka komarî da li ser kurdan xebatên piralî yên dewletê hatine pêkanîn jibo qedexekirinê, qedexekirina kurdî, kultûra kurdî, kedîkirina kurdan bo tirkîtîyê, evana hemî bûne politika Sistema Komara Turkîyê ya daîmî. Hemî mafên ku ji kurdbûnê û endamê civata kurdîtîyê peyda bûne, ew hemî di bin teda u zulmê da ne. Ev rewş, ne tenê li Turkîyê hatine jîyandin. Li Îraqê, li Îranê, li Surîyê jî bi awayên cuda hatine jîyandin. Li herêmên Kafkasyayê, Ermenistanê, Azerbaycanê, Gurcistanê jî van şolan jîyane.
Hestê neteweyî çîye? Tevgera neteweyî çîye? Hestê neteweyî, di pêvajoya qezenckirina wan mafên ku hatine xespkirin, tunekirin da geş dibe. Her ku ew hest geş dibe, zêdetir tê digihîje ku wan mafan hatine xespkirin. Jibo qezenckirina wan, hewildan û xebat zêde dibe. Tevgera neteweyî, di nav pêvajoya geşbûn, zêdebûn, pirbûn û belavbûna wan hestan da dertê meydanê. Ronayîkirina kultûr û zimanê kurdî ku di bin teda u zulmê da hatine girtin û jîyandina wan, girêdayê hestê neteweyî ye. Tevgera neteweyî di wê çarçoveyê da xurt dibe. Tevgera neteweyî her ku xurt dibe, kontrolkirina bazarê jî tê rojevê.
Gotinên ku ”ez ne neteweevîn in, ez li dijê neteweevînîyê me” dibêjin, tên maneya ku mafên wendabûyî û xespkirî qet giringîyê nade wan, qîmetê nade wan mafan. Kurdek ku du rêz kurdî neaxife, di wê zanînê da nîne ku çiqas kedî bûye û qet xema wî nîne jibo wan kirinên dewletê, dema dibêje; ”ez ne neteweevîn in, ez li dijê neteweevînîyê me, ez şoreşger im, ez enternasyonalist im…”, ev rewşeka ironik e. Wê çaxê pirsa sereke ev e: Jibo çi tu têdikoşî, tu têkoşîna çi didî? Eger tu xwedîyê zimanekî nebî, nikaribî ziman û kultûra xwe bijî, xwedîtîyê li hêjayîyên neteweyî nekî ku ew ji alîyê zimên ve çêdibin, mitên ku xwedî taybetmendîyên neteweyî ne, sitran û heyîyên folklorik hatine talankirin, eger tu li hemberî wan ranawestî, amanca têkoşîna te çî ye? Baş vekirî ye ku edebiyat, sen´etek e ku girêdayê zimên e. Tu bi kîja zimanî biaxifî, bi kîja zimanî binivîsî, tu edebiyata wî zimanî çêdikî. Derdikeve holê ku yekî ku dibêje ”ne neteweevîn im, li dijê neteweevînîyê me” qîmetê nade edebiyata zimanê xwe.
Di vê manayê da hestê neteweyî, ew hestek e ku herî zêde pêdivîya kurdan pê heye. Lê gelek kurd bi israr didin xuyakirin ku ew li dijê netewetîyê, tevgera neteweyî û hestê neteweyî ne. Semedê wê ew e ku van kurdan di çarçoveya cîhana fikrê tirkîtîyê da difikirin, texlîda çepîtîya tirk dikin û di tesîra çepên tirk da dimînin û fikirandineke serbixwe geş nakin.
Mirov dikare bêje ku hin melayên ku medrese xwendine, ji hin kurdên ku lise an zaningehê xwendine, zêdetir neteweevîn in. Esasê şola kurd û Kurdistanê, ew e ku li hêjayîyên neteweyî xwedîderketin e. Kurdbûn, ne wek erebbûn e. Ne wek ecembûn e, ne wek tirkbûn e. Kesê ku bêje ”ez kurd im”, di wê zanînê da ye ku mafên wî yên wendakirî, xespkirî hene ku divê ew wan bi desbixe û jibo pêkanîna wê tiştên pêwist divê bîne şûnê. Bêguman şoleke weha yên tirkan, eceman û ereban tune ye.
Ferqîyeta naveroka neteweevînîya tirkî û neteweevînîya kurdî ji hev gelek cîyê ne.
Neteweevînîya tirkî ji kurdan ra dibêje ku ez dê te bikim tirk, ez dê te kedî (asimile) bikim. Dewlet jî aletên zulmkirinê ku bi zorê tînin cî, aletên zulmkirinê yên ideolojik dixebitîne û hewl dide ku wan pêkbîne. Lê neteweevînîya kurdî dixebite ku li hemberî wê teda u zulmê di serî da li zimanê xwe, kultûra xwe û li hestên xwe yên ji kurdbûnê peyda bûne, diparêze, wan derdixe ronayîyê û dixebite ku bide jîyandin.
Helbet wek jimare hindik bin jî zana û rewşenbîrên kurd hene ku xwedîyê fikrên kurdî û Kurdistanî ne ku ji fikirandinên tirkî serbixwe, ji çepên tirkî serbixwe ne. Lê sîyaseta kurdî ya sereke dibêjin ku ew ”li dijê neteweevînîyê ne, ne neteweevîn in.” Fikirandinên wan ên derbarê şolên sereke, ji alîyê dewletê ve tê çêkirin. Di vî derbarî da nivîsara Îbrahim Xalil Baran ku di 23ê nîsana 2019an da di kurdistan24.net./tr/ da derçû, hêjayê dîqetkirinê ye.
Sîyasetvanên kurd, zanayên kurd di salên 1960an, 1970yan û 1980yan da sloganên ”Ez ne neteweevîn im. Ez li dijê neteweevînîyê me.” pir dixebitandin. Di wan deman da sîyasetvanên kurd, beşeka mezin ya zanayên kurd, ji şîarên çepên tirkan ku ”Tu neteweperest î, hûn neteweperest in” digotin û kurdan sucdar dikirin, ditirsîyan. Ev, ji rexnexistinê zêdetir, nîqaşeka sucdarîyê bû. Loma sîyasetvan û zanayên kurd zêdetir ji van tawanbarîyan ditirsîyan û li pişt sloganên ”Ez şoreşger im, ez enternasyonalist im, ez Marksist- Leninist im” digotin.
Kurdan di wan salan da, dema bi kurdî diaxifîyan, di axiftinên xwe da gotinên wek dîroka kurdî, civata kurdî, mamostayê kurdî dixebitandin, weha dihatin tawanbarkirin (sucdarkirin). Ji ber van axiftinan tirkan, kurdan bi neteweevînîyê sucdar dikirin, lê wan ferq nedikirin ku ew xwedîyê îmtîyaza tirkîtîyê ne.
Di orta salên 80yan da têkoşîna çekdarî despêkir. Ev têkoşîn nêzîkê çil sal e ku didome. Hêvî dihat kirin ku ev têkoşîn dê hestên neteweevînîyê geş bike, zanîna neteweya kurdî, zanîna welatê kurdînîyê, çêkirina zanîna Kurdistanê pêkbîne, lê wer nebû. PKK / KCK, Berîya 1999an, di nav hewildanê da bû ku rexne li Kemalizmê dixistin ku ew kakila fikirandina tirkî bû. Lê hatîye dîtin ku piştî van deman Kemalizm herî zêde ji alîyê wan ve tê parastin. Cildên Özgür Halk, Berxwedan, Serxwebûn û gelek weşanên dî li ortê ne.
Girseyêke mezin ên kurdan li pişt Abdullah Öcalan bûn ku wî li Kemalizmê rexne dixist. Lê van kurdan dîsa li pişt wî ne ku ew Kemalizmê diparêze… Di vê pêvajoyê da di warê kesayetîyê û azadbûnê da gelo pirsek nîne? Digel wê, parastina sloganên ”ez ne neteweevîn im, ez li dijê neteweevînîyê me” ji alîyê hin kurdên dervayê PKK / KCK jî tê parastin û ev weha didome.