Li Şaredarîya Stenbolê serlêdanên kursa zimanê Kurdî dest pê kir

Li Şaredarîya Stenbolê serlêdanên kursa zimanê Kurdî dest pê kir

Serokê Platforma Parezerên Heqê Îlyas Buzgun ragihand ku serlêdanên bo kursa zimanî Kurdî ya Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) dest pê kirîye û daxwaz ji Kurdên li Stenbolê dike, eleqeyeke baş pê bidin, çimkî di dahatûyê de sûdên wê hebin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Navenda Fêrbûna Heta Hetayê (ISMEK) a ser bi Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê ve pêvajoya serlêdanên ji bo kursa zimanê kurdî da destpêkirin.

ISMEK ji bilî navenda xwe, duh li ser malpera xwe ya înternetê jî bo serlêdana ji bo kursa zimanê Kurdî sistema xwe vekir. Kesên bixwazin beşdarî kursê bibin divê bikevin malpera “kursîyer.ismek.ist”ê û navê xwe tomar bikin. Serlêdan dê heta 25ê Çileya 2020ê berdewan bikin.

Biryar e ders li navçeyên Stenbolê li Esenyurt, Kiraç, Fatih, Bagcilar û Şişlîyê ders bên dayîn û tenê jib o 135 kesan kontejan hatîye veqetandin û kurs di asta A1ê de ye û dê bo heyama 136 saetan berdewam be. Piştî kursî kesên beşdar bûne dê belgenameya beşdarbûnê werbigirin.

Derbarê mijarê de Serokê Platforma Parezerên Heqê Îlyas Buzgun ji Rûdawê re dîyar kir ku ew pêştir ji bo vekirina kursa zimanê Kurdî, ligel berpirsên Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ketine di nav peywendîyê de û got: “Li ser vê mijarê pêştir hevdîtinên me ligel Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu hevdîtinên me çêbûn. Me ji wan daxwaza vekirina kursa zimanê Kurdî kir û wan jî bi erênî pêşwazî li vê dawaza me kirin.”

Îlyas Buzgun da zanîn ku li ser medyaya civakî xelk wê yekê bi erênî dibînin û wiha pê de çû: “Kurs niha dê tenê li Esenyut, Kiraç, Fatih û Şişlîyê hebin. Em hêvî dikin ku di demên bê de li alîyê din Stenbolê jî kurs bêne vekirin û ji bo vê yekê jî wan ji alîyên peywendîdar daxwazên gotine. Bila Kurdên li Stenbolê dijîn bi hestyarî nêzîkî vê mijarê bibin. Ev banga me ye. Li Stenbol gelek saz û dezgehên sivîl ên civakî û weşanxane hene. Bila ew jî bo handana kursê û bi nivîs û bernameyên xwe bibin alîkar.”

Serokê Platforma Parezerên Heqê herwiha dîyar kir ku cihê mixabinîyê ye ku bi zarava Zazakî ya Kurdî kurs nehatîye vekirin ku bi gotina wî zêdeyî 600-700 hezar Kurdên Zaza li Stenbolê hene.

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin