Li Sakaryayê 21 karkerên kurd birîndar bûn

Li Sakaryayê 21 karkerên kurd birîndar bûn

Li Bajarê Sakarya yê Tirkiyeyê di encamê wergerandina traktorekê de 21 karkerên kurd birîndar bûn.

A+A-

Li navçeya Xendekê ya Sakaryayê, karkerên kurd yên karê findiqan dikin, piştî dawîkirina karê xwe bi traktorê ber bi malê xwe bi rêketin. Lê di encamê wergeran troktorê de 21 karker birîndar bûn.

Li gor agahiyan, rewşa hin karkeran giran e û karker li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Beriya çend rojan, karkerên kurd li heman deverê rastî êrişên nijadperestên tirk hatibûn û piştre bi awayekî neçar vegeriyabûn Mêrdînê.

Ji ber nebûna derfetan kar û debara malê, bi hezaran malbatên kurd tevî zarokên xwe li gelek navçeyên Tirkiyeyê karên çandiniyê dikin û gelek caran rastî nêzîkatiyên tund û nijadperest tên.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin