Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Li Rojhelata Navîn camêrî nabe

A+A-

Li Rojhleta Navîn roj rojê nagre, di zemînê siyasetê da her dem dibetîya guhertinên xeternaq yên nepayîn heye, di hunandina paşerojê da divê ev rastiya hêrêmê di aqilê biryardarên siyasî da her hebe.

Dijminê bi salan, piştê rojekê dikane bibe dost, ev wekî rewşek asayî têt dîtin, ji dest vê ye ku gotin û kiryar hevûdin nagrin, gellek caran gotin tiştekî din, lê rûdan bi rengekî din encam dide.

Di dîplomasiya herêmê da camêrî nabe, kevneşopîyek weha jî tine ye, bedel çi û çawa dibe bila be her hesabê "serketinê" têt kirin.

Pirr bi hêsayî hinek dewlet li hêlekê xêrnexwazên û heta "dijminên" hev in, di dîrokê da her weha bûye, lê di hêla din da li ser mijarekê dikanin bibin "dostên" hev.

Peywendiyên Suriyê û Tirkîyê weha bû heta Rêkevtina Adana'yê dijberên hev bûn, paşê bûn dost, ji destpêka alozîya vî welatî va carek din dîsa bûn dijminên hev, bo mînak îro Tirkîye hinek herêmên vî welatî dagirkirîye û li ser Efrînê bûye gef.

Ne dûr, salekê berê serokkomarê Tirkîyê ji serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ra digot "ti ne hemtayê min î" û bêrûmet dikir, lê îro bi rêûresmek fermî pêşwazîya wî dike.

Bona, "bes bila Kurd nebin xwediyê mafên xwe."

Peywendiyên dewletên daghirkerên Kurdistanê li dijî daxwazên Kurdan herdem mînakek balkêş in, Tirkîyê, Komara Îslamîya Îranê û Iraqê tenê di mijarekê da hevkarê hev in ev jî, pirsa Kurdistanê ye.

Di vî tabloyî da karê me Kurdan gellek dijwar e, li herêmê, him pênebawerî û bêbextî reng dide peywendî û siyaseta rojane û mixabin, ev rewş normal têt dîtin û him jî, qetbûn û jeopolitîka Kurdistanê bona me dezawantajek e, lê berevajî destê xêrnexwaza li beramberê me bihêz dike.

Qetbûn û jeopolitîka Kurdistanê li ser siyaseta Kurdistanê jî ji berê va bibandor bûye, ev herdu pêkeran di bîra beşek siyasîyên me da kon vedaye, ji ber vê ev hevkarîya bi dagirkeran va wekî "serketin" dibînin.

Bê guman peywendî dê hebin, ji ber ku jeopolitîka Kurdistanê neçar dike, lê siyasetek aqilane û dûrbîn, berxwedanek camêrane dikane rewşê biguhere.

Piroblema me ya herê xeternaq qetbûna me ya navxweyî ye, ango ne yekrêzîya nav mala Kurdî ye, weha dixuye ku li gel karesata Kirkûkê hêj hinek kesan ev rewş fam nekirîye.

Hêvîdarim ez xelet bim, axaftina serokwezîrê Kurdistanê Neçirvan Barzanî nêşita derzek din dide, ji ber ku serok Barzanî ti peyam nedan û hêj bêdeng e, lê hikûmetê peyamek da Bexdadê û behsa "cemidandina" encamê rapirsînê û hevdîtînê di çarçoweya makezagonê da dike.

Ev helwestek nû ye, dê piştevanîya navneteweyî jî bixwera bîne, lê piştê 35% wedayîya axa Kurdistanê û guhertina demografiyê.

Heta Kurd nebin yekrêz, problemên navxweyî bi bratî û aştîyane çareser nebin, wendayîyên me dê hebin û ger bixwazin jî, ti hêz an dewlet xwe nadin ber barê serxwebûna Kurdistanê.

Xaîn diyarkirina beşek ji sîyasiyên Kurdistanê karekî gellekî hêsa ye, lê dema em jeopolitîka Kurdistanê û qetbûna welatê xwe ku li ser bîra tevgera siyasî bibandor e, divê em dûrbînî û toleransa xwe ji dest bernedin.

Amanca dagirkeran yek jî ev e, ku derza di nava tevgera siyasî Kurdistanê da kûr û xeternaq bikin, ji ber ku dijmintîya navxweyî dê paşeroja Kurdistanê tarî bike.

Di dîrokê da gellek mînak hene ku alozî û şerê navxweyî, ku bi "brakujî" têt binavkirin, di encamê da hemû hêl zirarmend derketine.

Bê guman, radestkirina navçeyên Dervayî Rêveberîya Kurdistanê û taybetî Kirkûkê bona her Kurdekî xemginîyek mezin e, lê ev ne dawîya her tiştî ye.

Divê rojek berê, bi hemû hûrgilan va rastî li rayagiştîya Kurdistanê bêt aşkere kirin.

Gellek pirs hene, ji civîna Dokan û heta radestkirina Kirkûk û deverên din, ji ber ku agahdariyek fermî tine ye, rê li ber xelet agahdariyan (dezînformasyon) xweş dibe, spekûlasyon zêde dibin.

Ev xelet agahdarî li ser rayagiştîya Kurd, taybetî li ser gelê parçeyên din karîgerîyek neyinî dike, bersiva hinek pirsan ne qanîker e.

Lê belê, rastiyek têt zanîn ku di navbera beşek kesên Yekitîya Niştemanîya Kurdistanê, taybetî beşek fermandarên hêza 70min ya ser bi vê partiyê va û bi Bexdadê va rêkevtinek hatiye îmza kirin, jixwe ti kes vê mandele (înkar) nake, heta Bafil Talabanî pesna rêkevtinê dide.

Berdevkê YNK Seîdî Ehmed Pîre jî rastîya rêkevtinê di konferansa rojnamegeriyê da eşkere kir, got ku "haya serok Mesût Barzanî jê tine bû."

Gelo spartinên (îsnad) Bafil Talabanî rast in, ku ew him pesna rêkevtinê dide û him jî dibêje ku "daxwaza hawarhatinê bêbersiv ma."!

Ya rast, ku di demek herî kurt da li ser mijarê lêpirsînek bête destpêkirin û li rayagiştî bêt eşkere kirin.

25.10.2017/Semsûr

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin