Li Rojavayê Kurdistanê hejmareke mezin a zarokan ji xwendinê bêpar in

Li Rojavayê Kurdistanê hejmareke mezin a zarokan ji xwendinê bêpar in

.

A+A-

 Ji ber şerê navxwe yê Sûriyê ku deh salin berdewame, rewşa aborî li wî welatî  gelekî xerab bûye. Rojavayê Kurdistanê jî ji vê yekê bêpar nemaye û ev yek bûye sedem ku gelek zarok dest ji dibistanê berdin, daku alîkariya malbatên xwe bikin û xerciyê malbatên xwe peyda bikin.

Mihemed xwendekarekî pola dehan e li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye, ji bo ku kar bike niha naçe dibistanê.

Xwendekar Mihemed Xalid dibêje “Ez çûm dibistanê ji pola heştan bûm ya nehan,lê ez dûrî dibistanê ketim û min dest bi kar kir,min dît bawername ti sûdî nade min, 6 - 7 salan tu dixwînî dawiyê eger tu bawernameyê werbigrî tê li cem hikumetê kar bikî bi mûçeyê 60,000 - 70,000 lîyreyên Sûrî, nirx nemaye.”

Li gorî Rêveberiya Perwerdeyê ya hikûmeta Sûriyê, ji ber xerabûna rewşa ewlekarî, civakî, aborî û kêmbûna asta perwerdeyê li parêzgeha Hesekê 161 hezar û 600 xwendekaran dest ji dibistanê dûrberdane.

Şarezayekî geşepêdana mirov dibêje yek ji sedemên sereke yên dûrketina xwendekaran ji xwendinê vedigere  malbatê.

Şarezayê geşepêdana mirovî Şukrî Yûsif got "Sedem yekem ew ku dê û bav guh nadin zarokên xwe, ya duyem xwendekar ji rêbazên mamosteyan hez nakin di dibistanan de,serederiya mamosteyan jî bi vê babetê re şaşe,di qonaxên jiyana xwendekaran de, ew ji guhertinê hez dikin, her wiha çalakiyên bi bandor ji bo handana xwendekaran jî li dibistanan nîn in, çareseriya vê kêşeya dûrketina ji dibistanê ew e ku divê mamoste bên perwerdekirin li ser geşepêdana mirovî.”

Rêxistina UNCIEFê a ser bi Neteweyên Yekbûyî  di raporeke xwe de ragihandibû ku li Sûriyê 2.5 milyon zarok û ciwan li derveyî dibistanan dimînin, herwiha 1.6 milyon xwendekar jî di metirsiyê de ne ku ji xwendinê bidûr kevin.

/Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin