Li Rojavayê Kurdistanê 79 kesên din bi Coronayê ketin

Li Rojavayê Kurdistanê 79 kesên din bi Coronayê ketin

Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê aşkere kir ku, di rojekê de 79 kes bi Coronayê ketin û 10 kes jî baş bûn û ti haleteke mirina bi wê nexweşiyê jî nehat tomarkirin.

A+A-

Hevserokê Desteya Tendirustî ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa dawîn amarên taybet bi vîrusa Coronayê belavkirin.

Ciwan Mistefa aşkere kir ku di dawîn 24 demjimêran de li navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de 79 pêketiyên nû yên Coronayê hatine destnîşankirin.

Hevserokê Desteya Tendirustî diyar kir ku di heyama rojekê de ti haleteke mirina bi Coronayê li navçeyên Rêveberiya Xweser nehatiye tomarkirin.

Ciwan Mistefa herwiha ragihand ku 10 nexweşên Coronayê jî piştî wergirtina çareseriyê rewşa wan bi temamî asayî bûye.

Li gel dawîn amaran heta niha li Rojavayê Kurdistanê 1918 kes tûşî Coronayê bûne û ji wê hejmarê jî 69 kesan canê xwe ji dest dane û 496 kes jî baş bûne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin