Li Rojavayê Kurdistanê 20 kes bi koronayê ketin û 2 jî mir

Li Rojavayê Kurdistanê 20 kes bi koronayê ketin û 2 jî mir

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên derbasbûyî de 20 haletên nû yên pêketina bi vîrusa COVID-19 hatine tomarkirin, herwiha 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

A+A-

Hevserokê Desteya Tendirustiya Rêveberiya Xweser a li Bakurê Rojhilatê Sûriyê, Dr. Ciwan Mistefa îro Şemiyê 2yê Îlana 2020 amarên nû yên têkildarî Coronayê belav kirin.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand, di 24 demjimêrên derbasbûyî de 20 haletên nû yên pêketina bi vîrusa COVID-19 li navçeyên Rêveberiya Xweser hatine tomarkirin,.

Li gor daxuyaniyê, ji wan 20 haletên nû yên pêketinê, 5 kes li Hesekê, 5 li Qamişlo, 3 kes li Tirbespiyê, 2 kes li Dêrikê, 3 kes li Reqa, kesek li Kobanî û kesek li Tebqayê bi COVID-19 ketine.

Li gor amarên îro, haletên nû yên tûşbûna bi Coronayê herî zêde li Hesekeû Qamişlo hatine tomarkirin.

Ciwan Mistefa herwiha got, herî dawî 2  din ji pêketiyên Coronayê li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane.

Mistefa herwiha da zanîn ku ku di nava 24 saetên derbasbûyî de 17 kes ku bi koronayê ketibû, baş bûne.

Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên Rêveberiya Xweser, ji destpêkê ve heta niha 595 kes bi Coronayê ketine, ku 40 kesan ji wan jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha ji destpêkê ve heta niha 127 kes ji nexweşên Coronayê jî baş bûne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin