Li rojavayê Kurdistanê 190 kesên din bi koronayê ketin

Li rojavayê Kurdistanê 190 kesên din bi koronayê ketin

.

A+A-

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 190 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir û ragihand ku 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 190 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û ji wan 25 kes li Hesekê, 17 kes li Qamişlo, 14 kes li Dêrikê, 7 kes li Girkê Legê, 25 kes li Kobanî, 8 kes li Amûdê, 22 kes li Reqayê, 5 kes li Dêre Zorê, 2 kes li Til Temir, 18 kes li Minbicê, 40 kes li Tebqayê, 4 kes li Şehbayê, 1 kes li Cil Axa, 1 kes li Dirbêsiyê.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 17 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 6119 kesan, ji wan 869 kes baş bûne û 158 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin