Li Mêrdînê nêzî 600 tenduristkar enfekte bûne, pergala tenduristiyê rûxiyaye

Li Mêrdînê nêzî 600 tenduristkar enfekte bûne, pergala tenduristiyê rûxiyaye

Li Mêrdînê ku hema bibêje rojê 300 kes bi şewba Covîd-19'ê dikevin, hejmara tenduristkarên enfekte bûne jî nêzî 600'î ye. Sekreterê Şaxa SES a Mêrdînê Ahmet Ozen, destnîşan kir ku li bajêr pergala tenduristiyê rûxiyaye.  

A+A-

 

Piştî pêvajoya "asayîbûnê" ku di 1'ê Hezîranê de dest pê kir, her diçe li Tirkiyeyê hejmara pêketiyên şewba Covîd-19'ê zêde dibin û her wiha hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin jî zêde dibin. Nexasim jî li bajarên herêmê hesjmara pêketiyan pir zêde ye. Yek ji van bajaran jî Mêrdîn e. Li gor agahiyên ku rêxistinê pîşeyî yên tenduristiyê parve dikin hema bibêje li bajêr rojê 300 kes bi Covîd-19'ê dikevin û rojê herî kêm 3 kes jî jiyana xwe ji dest didin. Her wiha li gorî daneyên Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) a Mêrdînê ji cejnê heya niha nêzî 600 tenduristkar enfekte bûne. 

 

Ligel vê li nexweşxaneyên bajêr û navçeyn bajêr jî hema bibêje cih nemaye. 

Sekreterê Şaxa SES a Mêrdînê Ahmet Ozen, rewşa Mêrdînê ya di warê şewba Covîd-19'ê de nirxand. 

Ozen, anî ziman ku li bajêr hejmara pêketiyan bûye 11 hezar û ji 3 parên enfekte bûne parek jê tenduristkar in. Ozen got: "Hema bibêje li hemû yekeyan kes nemaye ku pê neketiye. Hîn jî enfekteûyîn didome. Barê kedkarên tenduristiyê giran bûye. Ligel vê ji bo tenduristkaran pêvajoya enfektebûyînê ne 14 roj, 7 roj e. Piştî 7 rojan cardin tên testkirin. Heger negatîf be cardin tên şixulandin." 

Ozen, diyar kir ku ligel pergala tenduristiyê ya dereceya duyemîn, pergala tenduristiyê ya dereceya yekemîn jî daxilî nav xebatên fîlyasyonê dibe û got: "Xizmetên dereceya yekemîn jî hema bibêje nîvî nîvî bûye." Ozen, destnîşan kir ku ji ber ku nexweşxaneyên pandemiyê nayên cihêkirin ev yek dibe sedema zêdebûna enfektebûyînê." 

Ozen, da zanîn ku niha etvdîrgirtinê tenê bikaranîna maskeyan e. 

PERGAL RÛXIYAYE' 

Ozen, destnîşan kir ku ji ber ku nexweşxaneyên cemaweriyê xwe bi sermayeya veberhênanê fînanse dikin, polîklînîk xizmetê didin û got, lê belê divê nexweşxane ji aliyê budçeya giştî ve bên fînansekirin. Ozen, bal kişand ser mafê tenduristiyê yê baş û got: "Divê nexweşxaneyên pandemiyê bên cihêkirin û divê nexweşxaneyên din jî nexweşên Covîd-19'ê negirin. Lê rewşa niha bûye sedema aloziyekê." 

Ozen, anî ziman ku nexweşxane ji bo xwe fînanse bikin tenduristiya gel dixin xetereyê û got: "Bi pandemiyê re derket holê ku wê ev pergal niakribe xwe bi rê ve bibe. Pergala tenduristiyê rûxiyaye."

TEVDÎRGIRTIN 

Ozen, destnîşan kir ku divê daneyên der barê pandemiyê de bi awayekî şefaf bên parvekirin û ji ber ku hejmarên der barê pandemiyê de tên veşartin, di civakêd e dibe sedema rehavetekê û got, piştî dinya sar bibe wê hejmara pêketiyan zêde bibe. Lewma Ozen bal kişand ser girîngiya tevdîran û got, divê nexweşxaneyên sahrayê û hejmara odeyên awarte bên zêdekirin û xebatkarên tenduristiyê yên hatine îxrackirin vegerin ser karê xwe.  

MA  /  Ahmet Kanbal

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin