Li Meletiyê erdhej çêbû

Li Meletiyê erdhej çêbû

.

A+A-

Serokatiya Rewşa Bilez û Afatê (AFAD) ragihand li Puturgeya navçeya Meletiyê ya bakurê Kurdistanê, bi mezinahiya 4.7 erdhej çêbû.

Li gor daxuyaniya li ser malpera AFADê, li Puturgeya navçeya Meletiyê di demjimêr 11.27an de bi mezinahiya 4.7 erdhej çêbû.

Hat diyarkirin erdhej 6,94 kîlometre di bin erdê de qewimiye.

Parêzgarê Meletiyê Aydin Baruş jî derbarê erdheja li Meletiyê de got ku heta niha agahiyeke neyênî negihiştiye wan.

Ji ber erdhejê li navçeyê, xelk ji mal û dikanên xwe derketin kuçe û kolanan.

Herwiha erdhej li bajarên Dîlok, Riha û Semsûrê jî hat hîskirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin