Li Kirmaşanê Duyemîn Festîvala Tembûrê hat lidarxistin

Li Kirmaşanê Duyemîn Festîvala Tembûrê hat lidarxistin

Duyemîn Festîvala Tembûrê, ku li gundekî bajarê Kirmaşan yê Rojhilatê Kurdistanê hatibû lidarxistin, xilas bû.

A+A-

Duyemîn Festîvala Tembûrê, ku ew du roj bûn li gundê Ban Zelan li devera Dalaho ya Kirmaşanê dest pê kiribû, xilas bû.

Di festîvalê de derdora 200 hunermend ji herêmên Kirmaşan, Îlam, Sine û Ormiyê yên Rojhilatê Kurdistanê beşdar bibûn.

Di festîvalê de ne tenê temûr hat lêdan, stran hatin gotin û amûrên din yên mûzîkê jî hatin lêxistin. Di nav beşdaran de hunermendên jin jî hebûn ku bi kincên xwe yên bedew û hunerma xwe gelekî balkêş bibûn.

Festîvala Temûrê ji aliyê murîdên rêça Yarsanî ve tê lidarxistin. Ji ber ku temûr di terîqeta Yarsanî de tiştekî pîroz e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin