Li Îraq û Sûriyeyê 85 hedefên Pasdarên Îranê hatin bombebarankirin!

Li Îraq û Sûriyeyê 85 hedefên Pasdarên Îranê hatin bombebarankirin!

.

A+A-

Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku zêdetirî 85 hedefên Supaya Quds a Pasdarên Îranê û komên milîs ên girêdayî wê li Îraq û Sûriyeyê hatine bombebarankirin.

Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser êrişan daxuyaniyek belav lir.

CENTOMê di daxuyaniyê de diyar kir ku hêzên Fermandeya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li Îraq û Sûriyeê li dijî Supaya Pasdarên a Îranê û komên çekdar ên girêdayî wê êrişên asmanî pêk anîne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên Amerîkayê bi gelek balafiran zêdetirî 85 hedefan bombebaran kirine.

Li gorî daxuyaniyê di êrişên esmanî de zêdetirî 125 cure cebilxaneyên hesas hatine bikaranîn.

Herwiha CENTCOMê di daxuyaniyê de da zanîn ku di nav tesîsên ku hatin bombebarankirin de navendên fermandarî û kontrola operasayonan, navendên îstixbaratê, depoyên mûşek û dronan hatine hedefgirtin.

Hat diyarkirin ku tesîsên zincîra peydakirina cebilxane û lojîstîk ên komên milîs û piştgirên wan ên supaya pasdaran yên ku êrişên li dijî hêzên Amerîka û hevpeymaniyê hêsan dikirin jî hatine bombebarankirin.

Di êrişan de heta niha çend kes hatine kuştin nayên zanîn.

Di êrişa li dijî baregeha Amerîkayê ya bi navê Tower 22 a Urudunê de 3 leşkerên Amerîkayê hatibûn kuştin û zêdeyî 40 leşker jî birîndar bûbûn.

Rêvebiriya Amerîkayê ragihandibû ku li hember vê êrişê ew ê bi demê re êrîşên piralî pêk bînin û komên ku Îran piştgiriya wan dike bibin hedef.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin