Li Hesekê ji 17 rojan ve av qut bûye

Li Hesekê ji 17 rojan ve av qut bûye

.

A+A-

Li Rojavayê Kurdistanê nêzîkî milyonek û 200 hezar kes li herêma Hesekê û derdora wê ji 17 rojan ve bêav in.

Hevseroka Rêveberiya Avê ya Hesekê Sozdar Ehmed ji Rûdawê re ragihand, ev 17 roj in, av bi yekcarî qut bûye.

Sozdar Ehmed got, wan daxwaz ji rêkxistinên navdewletî kiriye alîkariya wan bikin ji bo avê ji xelkê Hesekê re peyda bikin û wan aliyê Rûsî û Hevpeymaniya Navdewletî agadar kirine lê heya niha bersiva wan nedane.

Sozdar Ehmed aşkere jî kir, niha xelk bi rêya sehrîcan avê peyda dikin û nirxê her sehrîcekê 2000 lîre ye.

Li gor gotina Ehmed, niha bîrên Hime jî ava wan kêm bûye û 6 heya 7 rojan pêwîste ji bo tije kirina xezana avê ya Heseke.

Krîza avê ji 2013an li bajarê Hesekê heye, lê piştî kontrolkirina Wêstgeha Elok a li Serê Kaniyê ji aliyê girûpên çekdar yên girêdayî Tirkiyê ve rewşa avê bi yek carî kambax bûye.

Wêstgeha Elok dikeve 10 kîlometriya rojhilatê bajarê Serê Kaniyê û ji 30 bîrên avê pêk tê, ku çavkaniya sereke ya ava Heseke û derdora wê ye.

Ji Cotmeha 2019 ve ku bajarê Serê Kaniyê ketiye bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî, gelek caran ava wêstgeha Elok li ser bajarê Hesekê û gund û bajarokên derdorê yên di jêr desthilata Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê de hatiye qutkirin.

Ji Wê demê ve û heya niha 9 caran çekdaran av ser Hesekê û Til Temirê qut kirine cara herî dawî jî 27ê Mijdara 2020 bû, wate beriya 9 rojan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin