Li Herêma Kurdistanê hezar û 195 kesên din bi vîrusa korona ketin

Li Herêma Kurdistanê hezar û 195 kesên din bi vîrusa korona ketin

.

A+A-

Wezareta tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî ve amaje bi wê yekê kir ku li herêma Kurdistanê hezar û 195 kesên din ên vîrusa koronayê hatine destnîşan kirin.

Îro 05.11.2020ê wezareta tenduristiya herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke tora xwe ya civakî facebookê ve ragehand, di 24 demjimêrên borî de li herêma Kurdistanê hezar û 195 kesên din bi vîrusa korona ketine û 23 kesên pêketî jî jiyana xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya wezareta tenduristiyê di 24 demjimêrên borî de hezar û 195 kesên bin bi vîrusa koronayê ketine û li gor bajaran jî 433 kes li Hewlêrê, 206 kes li Silêmaniyê, 451 kes li Duhokê, 29 kes li Helebcê, 60 kes li Germiyan û 16 kes jî li Raperînê bo vîrusa korona ketine.

Herwaha hat ragehandin 552 kes jî baş bûne û 23 kesên pêketî jî jiyana xwe ji dest dane û li gor bajaran jî kesên jiyana xwe ji dest dane waha ne: 5 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 9 kes li Duhokê 2 kes li Helebcê û 2 kes jî li Raperînê ji ber pêketina bi vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane.

Hat ragehandin heta naha 81 hezar û 608 kes li herêma Kurdistanê bi vîrusa korona ketine û ji wan jî 30 hezar û 80 kes li Hewlêrê, 23 hezar û 715 kes li Silêmaniyê, 25 hezar û 162 kes li Duhokê û 2 hezar û 651 kes jî li Helebcê bi vîrusa korona ketine.

Herwaha heta naha 51 hezar û 250 kes baş bûne û 2 hezar û 583 kesên pêketî jî jiyana xwe ji dest dane û li gor bajaran jî waha ye: 732 kes li Hewlêrê, 1258 kes li Silêmaniyê, 492 kes li Duhokê û 101 kes jî li Helebcê ji ber pêketina bi vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin