Li Helebce Festîvala Hinaran destpê kir

Li Helebce Festîvala Hinaran destpê kir

.

A+A-

Li parêzgeha Helebceyê 5’emîn Festîvala Hinaran dest pê kir û tê payîn 3 rojan dewam bike. Nêzî 500 cotyar tevî berhemên xwe tevlî festîvalê bûn.

Li Helebceyê Festîvala Hinaran ji aliyê sazî û rêxistinên Helebceyê, bi alîkariya rêveberiya Çandiniyê li baxê Giştî ya li dar dikeve. Nêzî 500 cotyar bi berhemên xwe tevlî festîvalê bûn. Tê payîn di festîvalê de 30 ton hinarên baxçeyên Sazan, Dereşîş, Çug, Bawekoçek, Pirîs û Ebayelî werin nîşandan

Li Herêma Kurdistanê hinarên Helebceyê bi nav û deng in. Bi taybet bi tama xwe ya xweş gelek tê heskirin. Ji bo vê her sal festîvalek hinaran tê lidarxistin.

Wezîra Çandiniyê ya Hikumeta Herêma Kurdistanê Bêgert Talebanî jî di festîvalê de amade bû. Bêgerd Talebanî daxuyaniyek çapemeniyê da û got; “Divê em girîngiyê bidin çandinî û berhemên xwemalî. Divê ji bo zindîkirina berhemên navxweyî jî êdî çareseriyek were dîtin. Yek ji pêngava bê avêtin henardekirina berhemên navxweyî ya ji bo derveye. Em niha bi Wezareta Çandiniyê ya Iraqê re di nava danûstandinê de ne. Ji bo ku berhemên wan werin henarde kirin, divê werin test kirin û bawerî pê were dayîn. Ya ku dibe sedema qezencnekirina cotyarên herêmê, berhemên bi dizî dikevin bazara herêma Kurdistanê ye. Ev jî cihê nerazîbûnê ye.”

Her wiha ji bilî hinaran berhemên wekî, gûz, hingiv, tû, doşav, genimê şamî, nanê hewramî, badem, maş û dehan berhemên din di fesetîvalê de têne nîşadan.

Festîval rastî eleqeyek mezin tê, ji navçe û bajarokên Herema Kurdistanê bi sedan welatî berê xwe didin festîvalê. Tê payîn festîval 3 rojan dewam bike.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin