Li Diyarbekirê 915 karmendên tenduristiyê bi koronayê ketine

Li Diyarbekirê 915 karmendên tenduristiyê bi koronayê ketine

Li Diyarbekirê 915 karmendên tenduristiyê bi koronayê ketine

A+A-

Platforma Tenduristiyê ya Diyarbekirê ragihand ku heta 7ê Cotmehê li bajarê hejmara karmendên tenduristiyên yên bi vîrusa koronayê ketine gihîştiye 915 kesan.

Li gorî rapora platforma tenduristiyê hejmara herî dawî ya pêketiyên Covid-19 ên karmendên tenduristiyê li Diyarbekirê 915 e û 12 karmend û doktoran jî heta niha ji vîrusa koronayê can dane.

Herwiha hat diyarkirin ku herî zêde diransaz û perestar bi koronayê ketine ku hejmara perestarên (hemşîre) bi koronayê ketine 324 kes in.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin