Li Dersimê hejmara kesên bi şewbê dikevin zêde dibe

Li Dersimê hejmara kesên bi şewbê dikevin zêde dibe

.

A+A-

Hevserokê Şaxa SES a Dersimê Kahraman Yuruk, anî ziman ku li Dersimê hejmara kesên bi şewba Covîd-19'ê dikevin zêde dibe û tevdîrên tên girtin kêm in. 

Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakiyê (SES) a Dersimê, ragihand ku di 20-30'yê Mijdarê de li Dersimê hejmara kesên bi Covîd-19'ê ketine 270 ye û niha 50 tenduristkarên bi şewbê ketine jî tên tedawîkirin. Hevserokê Şaxa SES a Dersimê Kahraman Yuruk, diyar kir ku tevdîrên tên girtin kêm in. 

‘ROJÊ 25-45 KES PÊ DIKEVIN' 

Yuruk, anî ziman ku li bajêr hejmara pêketiyan zêde dibe. Yuruk, da zanîn ku rewşa beşên awarte asayî ye û niha nexweş bi piranî bi dermanan tên tedawîkirin. Yuruk, diyar kir ku li bajêr 50 tenduristkar bi şewbê ketine. 

‘TEVDÎR KÊM IN' 

Yuruk, tevdîrên tên girtin û qedexeya ji bo dawiya hefteyê jî rexne kir û got: "Biroj karker li cihê kar, li fabrîkeyan û li ocaxên madenan e. Lê belê bêyî mesafeya fizîkî hebe dixebitin. Li cihên qeleblaix xwarinê dixwin. Jixwe mesafeya fizîkî ya di metro, otobêsan de diyar e. Rayedarên ku nikarin pêşî li ber pandemiyê bigirin, tenê ji bo şev tevdîran digirin. Ev tevdîr têr nakin. Kes nikare li gor saetan li hemberî pandemiyê têbikoşe. Tevdîrên heyî bêkêr in. Pêdivî bi pîvanên hişk heye. Û ji bo vê jî divê serî li dîtina Yekîtiya Bijîşkan bidin. Divê di ser siyasetê re be. Ji lewra ji ber ku tenê wezaret û hikûmet biryaran digirin, biryarên tên girtin bikêr nayên." 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin