Li Dersimê bertek: Rektor ji peywirê bigirin

Li Dersimê bertek: Rektor ji peywirê bigirin

.

A+A-

Platforma Penaberên Ked û Demokrasiyê ya Dersimê, diyar kir ku Zanîngeha Mûnzûrê bûye navenda baregeha hîn tarîqetan û xwest rektorê zanîngehê Ûbeyde Îpek ji peywirê bê girtin.

Platforma Penaberên Ked û Demokrasiyê ya Dersimê, derbarê hin tarîqetên di salên dawî de, dibin navê weqf û komeleyên cuda li bajêr xwe bi rêxistin dikin de, li Kolana Hunerê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de, pankarta “Li Dersimê ji tarîqetan re na” hat vekirin. Li ser navê platformê Ergîn Tekîn axivî.

‘NE PÊKANE DI ÇARÇOVEYA AZADIYÊ DE BÊN NIRXANDIN’Tekîn, bal kişand ser awayekê avakirina zanîngehan û wiha axivî: “Ji bajarên ku zanîngeh lê tên avakirin, divê piştgiriya civakî, çandî û aborî ji bo wan bê kirin. Lê ji çaxê ku Zanîngeha Mûnzûrê hatiye avakirin ve, li bajêr çavdêriyek neyînî tê vegotin. Civak êdî ji ber binyadên tarîqet û cemaetê yên li Zanîngeha Mûnzûrê hatine avakirin bêzar bûye. Ev cemaet û tarîqet ji ber pêdiviyên civakî li Dersimê nehatine avakirin. Ev ji bo polîtîkayên bişavtinên hatine avakirin. Ji ber vê ne pêkane ku ev rêxistinên hatine avakirin di çarçoveya azadiyê de bên nirxandin.” 

‘ZANÎNGEH BI TARÎQETAN TIJEYE’

Tekîn, da zanîn ku ji bo Rektorê berê Dûrmûş Boztûg dihat gotin ku zanîngeh kiriye “mala xwedekarên FETO’yan” û wiha got: “Rektorê niha Ûbeyde Îpek jî, mîrateya rektöre berê dewr girtiye û zanîngeh veguherandiye baregeha navenda tarîqetan. Zanîngeha Mûnzûrê bi rêxistinên tarîqet û cemaetê dije kiriye û dixwaze bi vê yekê jiyan û çanda bajêr asîmîle bike.”

‘ZANÎNGEH BI BIYANIYAN TIJE KIRIN’

Tekîn, da zanîn ku rektor Ûbeyde Îpek, gelek xwendekarên biyanî girtine zanîngehê û wiha bilêv kir: “Ji bo beşên zanîngehê, ji Fasê, Somaliyê, Sûriyeyê, Sûîdî Erebîstanê, Afganîstanê, Sûdanê, Yemenê, Libnanê, Fîlîstînê, Ozbekîstanê, Tirkmenîstanê û welatên cuda xwendekaran hatine girtin. Em dixwazin rektör Ubeyde Îpek ji peywirê bê girtin û rektorek nû bê tayînkirin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin