Li cîhanê hejmara pêketiyên koronayê 43 milyon derbas kir

Li cîhanê hejmara pêketiyên koronayê 43 milyon derbas kir

Li cîhanê hejmara pêketiyên koronayê 43 milyon derbas kir

A+A-

Hejmara pêketîyên vîrûsa koronayê (Covid-19) li hemû cîhanê 43 milyon derbas kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 43 milyon û 38 hezar û 798 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Vîrûsa koronayê (Covid-19) herî zêde li Amerîkayê hatiye tomarkirin ku li wî welatî hejmara pêketiyan zêdetirî 8,6 milyon e. Li dû Amerîka, bi 7,9 milyon pêketiyan Hindistan, li dû wê jî bi 5,3 mîlyon pêketiyan Brezîlya tê.

Ji ber vîrûsa koronayê li seranserê cîhanê 1,154,242 kesan jîyana xwe ji dest dane. Amerîka bi 225 hezar û 230 mirinên ji vîrûsa koronayê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 157 hear û 134 mirinan Brezîlya heye.

Ev vîrûs di meha Kanûna borî de li Wuhan a Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbasî welatên din bûbû. Agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsê eşkere dikin ku li Çînê 91 hezar û 151 kes bi vîrûsa koronayê ketine û 4739 bi wê mirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin