Li çar bajarên Bakurê Kurdistanê berf barî

Li çar bajarên Bakurê Kurdistanê berf barî

.

A+A-

Li her çar bajarên Bakurê Kurdistanê Wan, Mûş, Colemêrg û Bedlîsê berf barî û bandorek neyînî li ser jiyana rojana ya welatiyan kir.

Li Wan û navçeyên wê duh baranê barî bû û pişre berfê destpê kir. Li cihên bilind ên bajêr berfê girt.

Ji ber berfê rêya mezraya Sınpasö ya navçeya Miksê hat girtin. Tîmên şaredariyê ji bo rêvekirinê dixebitin.

Li Mûşê şev berf barî û cihên bilind bi berfê nixûmîn.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur diyar kir ku rêyeke girtî tune.

Şeyhmus Yentur got dibe ku rê bên girtin, lê tîmên taybet ên ji bo vekirina rêyan amade ne.

Li ser rêya navçeya Tetwan û Bedlîsê li taxa Rehwayê mij û dûman çêbû, şofêran bi zehmetî otomobîl û wesayîtên xwe ajotin.

Li gor daxuyaniya saziya keşûhewayê li herêmê hewa dê ewrayî be, serê sibê û şev qeşa û cemed û heta nivro jî mij û dûman dê çêbibe.

Germa hewayê dê li gor demsalê be, ji hêla bakur û rojhilat va bayekî nerm bê. Germahiya herî zêde dê li Colemêrgê û Wanê 7, li Mûşê 6 û li Bedlîsê jî 3 pile be.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin