Cano Amedî

Cano Amedî

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Li Ber Derîyê Dîrokê, Pêwîstîya Yekitîya Neteweyî Û Hişmendîya Milî (II)

A+A-


Rê û rêbazên tifaq, hevkarî û yekitîyê, divê di bin sîwaneke neteweyî ya di ser partîyan re, bi modelekê hevbeş (mînak modela Kongreya Milî, Meclîsa Milî yan bi navekî din) pêk bê û tê de her pêkhate rengê xwe biparêze; lê pêwîst e ku girêdayî stratejiyeke yekgirtî bimîne û li gorî berjewendîyên neteweyî tevbigere. Ji bo ku ev yekitî tenê di gotinan de nemîne, divê bibe sazîyek bingehîn û bi şaxê rêxistinbûnek milî hemû beşên civatê himbêz bike. Ji bo vê yekê, geşkirina hişmendîya netewî û avakirina stratejîyek neteweyî stûnên bingehîn yên serkeftinê ne.
Divê hemû hewldanên yekîtîyek neteweyî, li ser bingeha hûqûq û plansazîya berjewendîyên neteweyî bê serast kirin. Di navbera tevgerên siyasî yên kurd de, li şûna tundî an reşkirinê, li şûna dijberî û pûçkirinê, divê bingeha hûqûqa diyalog û aştîya navxoyî were bicîhkirin. Bi avakirina sazîyên neteweyî, pirsgirêk û nakokîyên heyî bi rîya diyalogê, li gor hûqûqa neteweyî rêya çareserîyê parastin wê hêsantir be. Divê zemîna hûqûqî, bi şêweyek gelemperî bête mîsongerkirin ku pirsgirêkên navxweyî bi rêya heyetên rûsipîyan û bi rêya meclis-ên heremî/neteweyî bên çareserkirin.
Yek ji xala girîng jî, li dîasporayê divê dîmenên siyasî yên milî derkevin pêş û ev bi dirûşmên azadî û qêrînên yekgirtî bête xurtkirin. Dîplomasî û xebatên pê ve girêdayî, divê bi rengê yekgirtinek milî tevbigere û derîyê hevkarîya netewî veke. Di heman demê de pêwîst e ku hemû alîyên sîyasî berjewendîyên neteweyî di ser berjewendîyên partî û rêxistinên xwe re bigrin û biparêzin!
Li seranserê cîhanê, li şûna lobîyên cuda cuda yên partîyan, divê kurd bi şandeyeke dîplomasiyê ya hevpar a neteweyî ve bêne temsîlkirin. Em hemû baş dizanin ku mijara yekitîya siyasî û milî zehmet e, bi êş û birîn e! Lê bi dilsozîya doza welat, bi germayî û fedekarîya milî serkeftin pêkan e. Ev jî, bi belgeyek hevbeş a stratejîya neteweyî mumkun e. Bi şertê ku berjewendîyên partî û alîyan li ser berjewendîyên miletê Kurd neyê girtin. Hewldan û tevger li ser van esasan bimeşe, tevbigere, serkeftin her dem pêkan e, hêsantir e.
Li nav civatê, divê dîmenên yekitîyê û hestên milîbûnê zîndî û xurtir bên şanîdan. Em dizanin ku daxwaz û hewldanên siyasetmedaran têr nake! Divê alîyên sîyasî rê xweş bikin ku civak di bi girseyî hevdu hembêz bikin. Pêwîst e entegrasyoneke civakî bê avakirin ku tê de hemû zaravayên cûda, pêkhateyên bawerîyên cûda hevdu wekî 'yê din' nebînin û sînorên dêrûnî û erdnîgarî ku dagirkeran ava kirine, pêwîste em ji kûrahîya hest û hişmendîya xwe rakin. Divê em rê nedin ku cardin sînorên îdeolojîk di nav me de neqebên bê wate ava bikin û paşeroja me tarî bikin.  
Siyaseta neteweyî, tenê ne karê partîyên siyasî ye. Ji bo ku siyaseta milî di nav civakê de bi hêz bibe û di nav bingehê de belav bibe, divê pêkhateyên wê bên berfirehkirin. Di vir de rola herî girîng û stratejik dikeve ser milên rewşenbîr û akademîsyenên netewperwer. Bi tora sazîyên ramanê (Think-Tank) dikarin rê nîşanî siyasetmedaran bidin û li şûna hamaset û propagandayên rojane, dikarin projeyên aqilane û zanistî pêşkêş bikin ku alîyên sîyasî jê sûd bigrin. Rewşenbîr û akademîsyenên netewperwer dikarin bi nêrîn û ramanên xwe, bi helwest û bertekên xwe, bi rexne û pêşniyarên xwe rolekî çêkir bilîzin.
Hêzên civakî, pêkhateyên civatê, pêşengên civakî, olî û eşîrî divê di avakirina hişmendiya neteweyî ya nûjen de rolek yekitîyê bilîzin. Jin, ciwan û hemû beşên civaka kurd divê weke stûnê hişmendîya neteweyî tevbigerin û bibin dinamoya têkoşîna neteweyî. Têkoşîna jinên kurd, di dîroka nêzîk de ku li hemberî dagirker û hêzên hov, bûye sembolek cîhanî. Pêşengiya jinan, ne tenê karakterê polîtîk nişan dide; di heman deman de karakterê demokratîk û azadîxwazîyê, karekterê yekitîyê derdixe pêş. 
Nifşê nû yên ku cîhanê nas dikin û teknolojiyê bikar tînin, dikarin ligel potansiyela xurt a lobîyeke neteweyî li dîaspora tevbigerin, derîyê vê yekitîyê û rîya dîyalogê bi hêzên cîhanî bidin naskirin û vekirin, pêşengîya wî karî bikin. Ev bar û erkê hanê jî dikeve ser milên cîwanên kurd. Di serdema modern û teknolojîyê de cîwanên kurd dikarin bibin aktorên herî çalak û serketî.  
Dîrok, çendîn caran daye îspatkirin ku miletên bi hişmendîya neteweyî tevgerîyane, yekrêzîya navxoyî ava kirine, biserketine û bûne desthilatdarê welatê xwe. Miletên yekrêzîya xwe ava nekirine bûne qûrbanên dîrokê û bi şikestin û têkçûnê re rûbirû mane. Ji ber vê yekê, divê em bi taybetî ji ezmûnên sed salên dawîyê dersan vergirin û bi hevre dîroka kedek hevpar binivîsînin. Divê em bi pratîk û kirinên xwe, bi xwendin û têgihiştinên xwe, bi fedekarî û xwebexşîya xwe, bi aqlê kurdî, bi îradeyek kolektîf, tovên yekitîyê biçînin û ji nifşên bên re jiîyanek bi rûmet û azad bihêlin. 
Divê em baş zanibin ku hespa felekê hertim nayê ber derîyê me û tu carî li benda me namîne û ranaweste! Eger em amade bin, emê li hespa felekê suwar bibin û bigihîjin menzîl û armancên xwe. Rizgarîya miletê Kurd, girêdayî ezmûnên serkeftinê û hişmendîya yekrêzîya milî ye. Hemû şêweyên yekitî û hevkarîyê, li gorî rêgeha serkeftin û têkçûnê, ji stratejîya man û nemanê re hizmetê dike. Divê em ji derbasbûn û dîroka xwe dersan bigrin û helwestên neteweyî weke prensîbên jiyanê hilbijêrin. Gava lingên helwestên neteweyî li ser wargeha siyasî, hûqûqî û civakî bi cîh bibe, erdê bigre û rasterast li hedefa xwe kîlît bibe; wê miletê Kurd li ser dika dîrokê cîh bigre û rola xwe bilîze. 
13.12.2025 
Cano Amedî

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin