Desttêwerdana Iraqê û vekişîna Hêza Hevpeymanan
Mixabin ne komkujîyên bi navê ENFALÊ û ne jî bombebarana kîmyayî û jehrî li ser HELEBÇE yê li cîhanê tu helwestekî berbiçav dernexist hole. Ne Mafên Mirovan, ne Yekîtîya Neteweyan û dewletên democrat û hwd.
Vê yekê bêpaxafîya Sedam ê hov xwurttir kir. Sedam roja 2 Tebaxa 1990 î de êrîşê Kuwetê kir, dagir kir û wê parêgeha Iraqê ya 19 an diyar kir. Emerîka û dewletên bihêz vê bûyerê metirsîyek li ser bazara enerjîyê dîtin û dest bi amadekarîyên desttêwerdana Iraqê bikin. Dibin serkêşîya Emerîka de bi beşdarîya 35 welatan hêzeke Hevpeymanî hat ava kirin.
Hêz Hevpeymanî di roja 17 yê Çileya 1991 ê bi êrîşek asmanî berfire bi nave Bahoza Çile birin ser Iraqê, ev bû Şerê Kendavê yê pêşî. Ev êrîş 5 hefte dom kir, roja 24 Sibatê êrîşa bejayî dest pê kir di 100 saetan de Iraq ji Kuweytê hat derxistin, talana wan hat zivirandin di 28 ê Sibata 1991 an de êrîş hat rawestandin.
Bi vê têkçûna Sedam di serê Adara 1991 an da li Kurdistanê û li Başûrê Iraqê jî Şîeyan serhildan destpêkir.
Sedam wekî tolhildanê, bi hovîtîyek bêhempa ve êrîşê Kurdistanê kir. Ji milyonek zêdetir kurd ber bi Kurdistan a Bakur û Rojhilat ve koçber bûn, karesatek dijwar pêkhat.
Bi vê karesata mezin ve Yekîtîya Neteweyan YN di roja 5 ê Nîsana 1991 an de bi biryarnameya 688 an pejirand. Bi vê biryarê Emerîka, Birîtanya û Firansa bi nave; Hêza Çakûç (Poised Hammer) dan destpêkirin û li bakurê xeta yeksana 136 an Herêma Ewle û dijfirîna Balafiran (No-Fly Zone) ava kirin. Koçberên Kurdistanê zivirandin vê herêma ewle ku îro bingehê Kurdistan a Federal e.
Bi vê re Hilbijartinên azad çêbûn, Parlamento û Hukumeta Herêma Kurdistanê hatin ava kirin.
Rêvebirê Kurdistanê bi taybet Kak Mesûd û Mam Cela derîyên Kurdistana Azad ji Erebên dij Sedam yên ku îro li ser nîrin re vekirin û wan ji Sedam parastin. Wek; Kongreya Neteweyîya Iraqê INC, Rêketina Neteweyî ya Iraqê INA, Encumena Bilind a Şoreşa Îslamî li Iraqê SCIRI, Partîya Komonîsta Iraqê ICP. Herweha kesayetîyên wek Ehmed Çelebî, Iyad Elawî, Kenan Makiya, gelek serbazên leşkerê û hwd. Kurdistan bûbû Paytexta Opzisyonê.
Emerîka yê; Piştgêrîya Sedam ya rêxistina El- Qaîde yê, û ji alîyê wê rêxistina terrorist ve êrîşkirina 11 îlona 2001 an ya ser Navenda Bazirganîya Cîhanê New York ê (Worl Trade Center); Iraqê û Sedamê xwînxwar kir tawanbarê vê êrîşê.
Serokê Emerîka George W Bush roja 20 Adara 2003 yan Şeva Newrozê bi bombebaraneke giran ve êrîşê Iraqê kir. Emerîka ji Kuweytê ve Pêşmergeyên Kurdistanê jî ji Bakur vê şerê bejayî yê dijê rejîma Sedam destpêkir. Roja 1 ê Gulana 2003 yan Serokê Emerîka George W Bush serketina şer û dawîhanîna operasyonê ll ser gemîya şer diyar kir.
Herçend Tirkîyê Hevpeymanan xapandin jî, Hevpeymanan di desttêwerdana Rojhilata Navîn de tim hesabê xwe de Tirkîyê paşçav nekeirin û cîyekî taybet nîşanê Tirkîyê dan û hêjî ev didome.
Herçend di rûxandina Rejîma BAAS de û di avakirina Iraqa Federal de rol û bandorek bingehîn ya Kurdistanê hebe û ew erebên ku îro desthilatdar bi saya Kurdistanê ji kuştinê rizgarbûbin jî, her ku cîyê xwe çêkirin wan mafên xwezayîyên destketîyên Kurdistanê rûçikandin, teng kirin. Ev bi bandora dewletên herêmê û erêkirna Emerîka û hevpeymanan hat domandin.
Tevî şerê dijê DAIŞ ê ewçend gorîkirin û fedekarîyên bêhempa ji bona aramîya herêmê û cîhanê jî. Herçend hesabê Emerîka yê yên ji ber Nato, têkilîyên Navneteweyî yên Rojhilata Navîn, Rûsya û hwd. heye lê bêguman duserîtîya me, neyekrêzîya navmala kurdî, nebûna polîtîkayekî hevbeş li ser vê rewşê xwedîyê bandorek bingehîn e. Heta ku em çareserîyekî ji vê rewşa navxweyî re nebînin wê astengîyên pêşîya me girantir bibin.
Îro 30 yê îlona 2026 an hêzên Hevpeymanan ji Iraq û Kurdistanê vekişîyan. Ereb şayîyan li dar dixin. Hukumeta Iraqê li şûna bidawîhanî çekdaran do, yasayek nû ji bona sipasîya Heşdî Şeabî pêkêşê Parlamentoyê kir. Wan li dijê Kurdistanê bi serjimêrîya Iraqê leyistin û hejmara kurdan kêmtir nîşandan. Heta niha li hember êrîşên ser Kurdistanê ya bêdeng man yan jî reaksîyonên bêencam diyar kirin. Butçeya Kurdistanê birîn meaşên karmendan rasterast bi xwe ve girêdan.
Bêguman yekkirina hêzên Pêşmerge di vê demê de pêngavek gelek girîng e, destpêka yekalîkirina kêşeyên navmala kurd e. Ji alîyê din ve Emerîka û hêzên Hevpeymanan vekişîyan lê parastina Herêma Kurdistanê her di berjewendîya wan de ye û şûnda xistina wê neguncav e. Ji ber polîtîkaya bi Kurdistanê ve têkildar heta radeyek bingehê siyaseta Rojhilata Navîn e ku sererast bi çar dewletan ve têkildar e. Herçend ev ji bona serketina wê heta radeyek asteng be jî, ev bingehê parastina wê ye. Lê neyê jibîrkirin ku kilîta bingeh yekrêzîya navmala me bixwe ye.
Rewşa Rojhilata Navîn li ser tevayî ya cîhanê xwedî bandor e. Hemberî, alozî û şer germ e. Guhertinên bingehîn her demî bêtir di rojevê de ye. Em kurd li herêmê ji bona hez û nehezan ji her demî pirtir di hesaban de ne.
30-09-2026
Merd Baran Boskan


YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin