Abuzer Balî Han

Abuzer Balî Han

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Kurd û Kurdistan hêdî ciyê xwe yê bigire nav cîhan

A+A-

Abuzer Balî Han

Di dîroka gerdûnê de neyartiyê Kurdan dayî Kurdan hin caran neyaran ewqas nedayîne! Ew sedsala dawî de bakur û başûrê Kurdistanê de şerên di nav Kurdan de bûyîn ji Kurdan bi hezaran cangorî binax bûyîne! Yeketiyek netewî di nav Kurdan de heya roja îro jî wek dilê mirov pêxweş bibe hîn jî pêk nehatiye!.. Ewqas ji hevûdu ew bilav bûna, bes ne tenê kêmasiya Kurdan e! Her dem neyaran şerê di nav Kurdan de derxistinê de serketine! Kurd bera hevûdu dayînê de neyar bûyîne pispor! Neyaran, di dîroka cîhanê de her dem Kurd û Kurdistan perçe perçe kirine!  Kurdan heya roja îro ji van perçe bûnan dersên dîrokî jî girtine!..

Di dema îro em tê de dijîn, Kurdan ji dîroka xwe ya têkçûyîn de dersên hemdemî girtîne! Ew dixwazin wê di jiyana xwe de, li ser axa bavûkalan xwe bi jiyanek hevpar serbest bijîn! Dewletên cîhanê jî dibînin ku Kurd ber bi azad bûna xwe  heroj pêşda dihêrikin diçin! Lê ew nêzîk bûna Kurdan ya bi hevûdu re heyî ne bes e! Pêwiste ku hin hêzên Kurdan yên di bin bandora neyaran de dijîn û ji yekîtîya Kurdan direvin, pêwiste ku hêdî ewna jî di xetek yekgirtî de ciyê xwe bigirin!..

Dijminên Kurdan ji sedsalan vir de lîstikên ne mirovatî her dem li ser Kurdan meşandine! Neyar dixwazin îro jî ew lîstikên xwe yên qirêj li ser Rojavayê Kurdistanê bi destê hin Kurdan carek dîn bikar bînin! Pêwiste ku hemî hêzên Kurdan li diji vê derfetê derkevin û li dijî neyaran refên xwe bikin yek! Ji ber ku serketina Rojavayê Kurdistan, ew serketina hemî Kurdan e!..  Neyar bi hemî hêza xwe dixwazin bandorê li ser Rojavayê Kurdistanê bikin ku lêra Kurd sernekevin û wenda bikin!.. Heke ew destketina carekê wenda bibe, ew tê wê wateyê ku hemî Kurd doza xwe de paş dikevin!..

Dema ew bûyera Rojavayê Kurdistan dibe, li Başûrê welat jî di navbeynê PUK (Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan) û PDK (Partiya Demoqrat Kurdistan) de li ser rêberiya hikumatekî yekgirtî dayîn û sitandinên girîn dibin! Pêwiste ku hemî hêzên Kurd hêdî yekbin û serkevin! Ma rêyek dîn ji bo azadiya hemî beşên Kurdistanê heye?!. Hikumatek Dewleta Federal Ya Kurdistana Başur, ew bêtir dikanê alîkariya hemî beşên Kurdistanê jî bike! Ew dikane di dayîn û sitandinên navnetewî de mafên Kurdan di beşên dîn yê Kurdistanê de jî lê xwedî derkeve!..   

Di vê sedsalê dawî de dagirkerên Kurdistan yên welatê Kurdan di nav xwe de dabeş kirin, rewşa wana ya hundirî pir ne baş e! Heke Kurd bibin yek, ewê li ser erda Kurdistanê xwedan maf û erkên xwe bin! Ew derfeta heyî, heke em Kurd lê nebin xwedî, kî dizane ku ew sedsala li pêş me jî rewşa Kurdan yê ji îro xirabtir di nav pişaftinekê de (asîmilasyonekê de) yê bimêşe!..  

Li seranserê cîhanê tû netewên (miletên) qasî Kurdan jimara wan qasî bi milyonan be û li ser erda bavûkalên xwe wek bê welat bin, li cîhanê tu gelên wûsa nîn in!..

Ez dibêjim: Serokên Kurdan kîngê bûne yek, wê demê Kurd jî yê azad bin!.. Ew civînên dawî yên bi navê çar perçeyên Kurdistanê li Başûrê welat bûyîn, ew mizgîniya azadiya Kurdan e! Gelo hûn çi difikirin? Ma ne wûsa ye?..

Carek dîn ez dibêjim: Kurdino dest bidin hev, dem hatiye bi tev rabin!..

 

Kurdistanê Çêbe!..

 

 Gelo, em dizanim,

Kurdistanê çêbe!..

Roj ewqas ne dûr in,

Werin, Kurdino werin  !

Di nav koma xwe de,

Hemî ciyê xwe bigirin.

 

De werin helê werin,

Ne tenê, yek bi yek,

Bi hezar û hezaran,

Bi mîlyon û mîlyonan!..

Dengê xwe zû rakin,

Ala Kurdistan bakin!..

 

Îro, an jî hîn nêzîktir e!

Dewleta Kurd yê çêbe!

Rengê kesk û sor û zer,

Li ser wê spî û gewher

Ew ala yê nîşana wê be!..

 

   Abuzer Balî Han

-Mamosteyê Wêjeyê-

      Zivistan- 2025   

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin