Têkiliyên PKK û dewletên dagirker û helwesta hêzên hevpeyman
Xidir USO
Têkilîyên PKK û dewletên dagîrker û helwesta Hêzên Hevpeyman
Komara Tirk ji roja hat avakirin hebûn û berdewamîya xwe li ser tunekirina miletê Kurd meşand. Bi ferman û qanûnên hovane ji miletê Kurd radestîyek misoger xwest. Lê miletê Kurd, vê helwesta Komara Tirk ya înkar, asîmîlasyon û tunekirinê red kir.
Dewleta tirk, li dijî miletê Kurd, heta îro bêrawestan sîyaseta xwe ya tunekirinê berdewam kir. Lê dîsa jî bi mîlyonan Kurd li welatê xwe man ku bi ziman û çanda xwe dijiyan. Dewleta tirk ne tenê ji Kurdên bin dagîrîya xwe, hebûn û tekoşîna miletê Kurd li perçeyên din jî rêvebirên vê dewletê aciz dike.
Dewleta tirk, ne tenê di vê sedsalê de, lê ji dema Xelîfe Emer û virde, derbeya herî mezin bi rêya PKK û serokê wê A.Ocalan li miletê Kurd xist. Dema em li destpêk û encamê dinerin, wek projeyek bi xof ya hovane dertê meydanê. Li Ankara, di avahiyên îstîxbaratê de proje tên amadekirin. Di pirtûka xwe ya bi navê “Devrimin Dili ve Eylemi” de Apo, bi xwe dibêje ku me civîna xwe ya pêşî di avahiya îstîxbaratê de çêkiriye; jibo tekoşîna xwe me pere û sîleh ji dewletê girtiye.” Bi wan sîleh û pereyên dewletê jî bi giranî kesên bêguneh û welatperwer kuştin.
Li nav xelkê piropaganda dikirin û digotin: “jibo em Kurdistanê rizgar bikin û dewletek sosyalîst avabikin, gerek em axatî, şêxitî û burjuvazîyên biçûk yên miletperwer tasfîye bikin!” Piştî van armancên xwe diyar kirin, êdî li her derê dest bi provokasyon, êrîş û sûîkastên dijî kesayetên civakî û rêxistin û partîyê Kurd kirin.
Çûn kudera Kurdistanê, li gorî nakokî, hêz û têkilîyên eşîr û malbatan teref girtin û civak beraber hev dan. Çendîn komele, rêxistin û partiyê Kurd hebûn, kadirên wan yên zane û çalak kuştin. Tenê ji PDKT/KUK zêdetir ji 50 kesên welatperwer kuştin.
******
Em îro başir têdigehîjin ku vekirina saha Sûrîye, Lubnan û Kandîl bi destûr û hevkariya her çar dewletên dagîrker ji wan re hat vekirin.
Dewletên li dijî tevgera Kurd ku di nava sînorên xwe de destûra operasyona leşkerî didin hev, çawa çêdibe ku li nav sînorê xwe kamp û wargeh bide partiyek çekdar ku li dijî dewleta hevkar û hevpar ya din şer dike!?
Dewleta Sûrîye ku hebûna Kurdan li ser xaka xwe red dikir, bi sedhezaran Kurd bê nasname hêla û wan ji welatê wan qewirand û milkên wan bi sed hezaran hektar da welatiyên xwe. Maqûl e ku serokê partiyek Kurd ku “şerê serxwebûna Kurdistanê bide(!)” li paytextê xwe, avahîyên di bin kontrola muxaberatên xwe de bicîh bike. Li herêmek di bin kontrola xwe de, destûr bide damezrandina wergehek perwerdeya gerîla…
Ahmet Davutoglu dibê: “Esad gotiye: `em û hûn biçin herêma Başûr dagîr bikin`, lê min qebûl nekirîye!” Helbet ji ber “Hêzên Hevpeyman” nikarîbû qebûl bikira. Lê ev jî tê wateya ku dewleta Tirk û Esed li dijî doza Kurd hertim di nava koordînasyonê de ne.
Yan jî dewleta Iraq ku bi çekên kîmya û bi Enfalan Kurda qirbike, çawa cîh û alîkarî bide hêzek çekdar û pê re protokolan çêbike!? Piştî rûxîna rejîma Sadam, rejîma Iraq ya nuh jî pêre hevkarî kir û mûçe da hêzên pkk. Piştî rûxîna rejîma Saddam, belgeyên ji alî YNK ve hat bidestxistin, hat têgihîştin ku pkk di asta herî bilnd, bi rejîma Saddam re li dijî hêzên Kurdên Başûr gelek peyman îmze kirine. Ji îxbar û êrîşa ser hêzên Başûr dê ji Sadam pere û çek bistendana. Li gorî nameyên Mehmet C. Şener, ev têkilî di nava pkk de jî dibe pirsgirêkên girîng.
Îran, her roj êrîşî qampên partiyên Kurdên Rojhilat dikin, wan bombebaran dike, sûîkastan li wan dike û li ser Iraq û herêma Kurdistan guvaşê dike jibo wan bêçek bike û biqewirîne, lê tu êrîşê nebe ser PKK/PJAK ê û tu şîkayetê ji wan nake! Li dijî tevgerên Rojhilat, hevkariya pkk/pjak bi dewleta Îran re eşkere berdewam e. Dema ku yekîneyek pêşmergên PDKÎ xwestin derbasî Rojhilar bibin, gerîlayên PKK ket pêşîya wan du pêşmerge şehîd kirin. Dema pêşmergeyên PDKÎ got: “Hûn Kurd in, em naxwazin bi we re şer bikin, hûn çima êrîşî me dikin, rêvebirê pkk ji wan re dibê: `protokola me bi dewleta Îran re heye, em destûr nadin hûn di heremên di bin kontrola me de derbasî Rojhilat bibin!”
******
Dewleta Tirk bi hênceta şerê bi pkk re nêzî 4 hezar gund şewitan û vala kir, zêdetirî 4 mîlyon gundiyên Kurd, bê tazmînat û bê îstîhdam ji warê wan qewirand. Beşek ji wan, xwe li bajarên xwe girtin, lê pirranî jibo debarê, berê xwe dan metropolên Tirkan û yên Ewropa. Jibo parîyek nan bi dest bixin, çi karê xerab û zor û erzan ket ber wan kirin. Beşek keç û xortên nexwendî ketin rêyên xerab. Di wê rewşê de pkk ji alîyekî û dewlet ji alîyekî ew xistin bin guvaşê.
Gundiyên, ji ber tadeya pkk û dewletê, xwe li bajar û navçeyên Kurdistanê girtin, dewletê, Sirri S. Onder wek wekîlê Apo şand Qandîlê, ferman da wan: “li bajarên di bin kontrola pkk de ne hendeka bikolin û xweserîyê îlan bikin!” Bi şerê hedekan re 13 bajar hatin rûxandin bi hezaran xortên Kurd hatin kuştin û zêdetir ji mîlyonekê Kurd berbi metropolan reviyan. Armanc ciwanên Kurd yên destê wan dar digire peyderpey tune bikin.
Dema em li destpêka şerê pkk dinêrin, beşek hîn li Bekaa, li gor gotina Apo, 15 hezar gerîla bi fermaana Apo û rêvebirên pkk tê şehîdkirin. Dema Apo hat girtin û li gor daxwaza dewletê ku ji gerîla re gotin: “ Turkîye terk bikin û biçin Qendîlê!”, artêşa Tirk beşek gerîlayê din şehîd kir!
Jibo Hukumeta Herêma Kurdistan birûxîne, dewletên Tirk û Îran xwestin pkk, ynk û pdk bi hev bidin şerkirin. Ji bo girseya van partiyan Kurdên welatperwer bûn, dewletên dijmin di rûxandina îdareya heremê de biserneketin.
Vê carê dewletên Tirk, Îran, Iraq û Sûrî, Erebên Selefî, DÎIŞ/DEAŞ bi rêxistin kirin, bi çek û pere kirin û bêrê wan dan Herema Kurdistanê û Başûrê Rojava. Lê dewletên Amerîka û Ewropa vê yeka baş famkirin, jibo Îsraîl û xwe xeterek mezin dîtin, loma zû bi gazîya Kurdan hatin û pêşî li planê dagîrkeran girtin. Piştre ev planên ku Turkîye û Îran û Erebên nîjadperest çêkirin, tev berevacî vegerîyan.
******
Niha Îran ji alî Amerîka û Îsraîl ji fesadîya Rojhilata Navîn hinekî hatiye dûrxistin. Xwanê ye hîn karê Amerîka bi Tirkî neqedîyaye, loma hîn Tirkî di nav lîstikê de ye. Lê di warê statuya Kurdan de jî êdî wek Tirkî nahizirin û jibo êrîşkirina ser Kurdan nema alîkarîya Tirkî dikin.
Jibo federasyona Başûr hilşîne û Kurdên Rojava mafekî bidest nexin, Tirkî wek hertimî nema kare piştgirîyê ji tu hevalbendê xwe yên NATO bistîne. Berevacî, îro di nava hêzên hevpeyman de, welatên NATO hevalbend û hevkarên hêzên Kurd in û terefdarê ku Kurd bên parastin.
Dewleta tirk, heta niha devji sîyaseta xwe ya tunekirina Kurdan bernedaye, gelek hewl dide ku Kurd li Başûrê Rojava mafekî bidest nexin. Qozê di destê wan de yê herî xurt jî Apo ye.
Apo ji hevalbendê xwe yên li B. Rojava re dibê: “Tirkî çi dibê wêya bikin û çekê xwe teslîmî îdara Şamê bikin.” Lê baweriya hevalbendê wî ne bi Tirkî û ne jî bi hukumeta Şamê ya HTŞ ya bermayê DAÎŞê tê.
Ger Kurd bê çek bimînin, wek gurê têkeve nav pez, dê HTŞ wan tevan bikujin. Jixwe Tirkî jî heta niha bi hênceta şerê dijî “terorîzma pkk” wan dikuşt.
Ji bo ku li Rojava hêza leşkerî ya Hêzên Sûrîye ya Demokratîk di bin kontrola Amerîka û hêzên hevpeyman de ye û heta ev hêz wan ji Tirkî biparêze, xwanî ye dê wek Apo û Tirkî nekin. Hêza Hevpeyman dixwaze HSD bi Herêma Başûrê Kurdistan re têkeve nava hevkariyê û statuyek ku herêmê û xelkê xwe biparêze bi destbixe.


YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin