Li Belçîkayê 11.5 ton kokakîna saf hat girtin

Li Belçîkayê 11.5 ton kokakîna saf hat girtin

.

A+A-

Li welatê Belçîkayê li lîmana herî navdar ya bi navê Anversê bi operasyonekî 11.5 ton kokaîna saf hat girtin. Dozgerê Ansversê ragihand ku di dinyayê de miqdarê herî zê de yê maddeya hişbirê ye ku haitye girtin. Polîsê Belçîkayê di 1 ê cotmehê de dest bi xebata vê operasyonê kiriye.

Dozgeriya federal ya Belçîkayê ragihand ku yekîneyên lîmana Anversê û yekîneyên narkotîkê yên herêma Lîmbûrgê tevî yekîneyên gumrikê di 1 ê cotmehê de tesbît kirine ku di navbera Amerîka Latînî û Belçîkayê de şebeyekî aktîf heye û dest bi şopandina wan kirine. Piştî şopandina heya Zeebrugge yê, di keştiyekî bazirganî de di nav konteynirekî de hatiye girtin û dê kokayîn li ser sînorê Hollandayê bo şîrketekî bihata teslîmkirin.

Li ser bazirganiya vê maddeya hişbir heya niha 22 kes hatine binçavkirin.

Polîsê Belçîkayê heya niha 14.5 ton kokaînê girtiye û her kîloyekî kokaîn bihayê wê li dora 30 hezar Ewroye ku dike 450 mîlyon Ewro.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin