Li Amedê herî kêm 2 hezar kedkarên tenduristiyê enfekte bûne

Li Amedê herî kêm 2 hezar kedkarên tenduristiyê enfekte bûne

.

A+A-

Hevserokê Şaxa SES’ê ya Amedê Şiyar Guldîken di çalakiya bîranîna xebatkarên tenduristiyê ku ji ber koronayê mirin de axivî û got li Amedê ji 2 hezarî zêdetir xebatkarên tenduristiyê enfekte bûne.

Platforma Tenduristiyê ya Amedê ji bo bîranîna xebatkarên tenduristiyê ji ber vîrûsa koronayê (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest dan, li ber Nexweşxaneya Amedê ya Gazî Yaşargîlê çalakiya bîranînê li dar xist. Xebatkarên tenduristiyê beşdarî çalakiyê bûn.

Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran di bîranînê de axivî û destnîşan kir ku pandemî bi hemû wêraniya xwe didome û hema bêje her roj xebatkerek tenduristiyê jiyana xwe ji dest dide û tenê hefteya bihûrî 3 kedkarên tenduristiyê li Amedê jiyana xwe ji dest dan.

Piştî axaftina Tûran, xebatkarên tenduristiyê ji bo hevpîşeyên xwe yên ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane rêz girtin.

'EM DIBÊJIN ÊDÎ BES E’

Pişt re jî Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Şaxa Amedê Şiyar Guldîken axivî û got: “Em westiyan û diqedin. Her roj em vê îsyanê tînin ziman. Lê belê rêveber û rayedar guh nadin daxwazên kedkaran. Berpirsiyarê mirinan hikumet û rêveber in. Tu sûcê kedkarên tenduristiyê û welatiyan nîne. Ji ber ku hikumet û rêveber tedbîran nagirin, xelk enfekte dibin, nexweş dikevin û jiyana xwe ji dest didin. Em xemsariya rayedaran rexne dikin. Rastî nayên veşartin û em jî nikarin van rastiyan ji raya giştî veşêrin. Îsyana me heye, em dibêjin êdî bes e. Li Amedê 14 hezar xebatkarên tenduristiyê hene. Ji van 14 hezaran heta niha ji 2 hezarî zêdetir xebatkarên tenduristiyê nexweş ketine û enfekte bûne.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin