Li Amedê asayîş zextê li ser ‘karkerên seksê’ dike

Li Amedê asayîş zextê li ser ‘karkerên seksê’ dike

Li Amedê karkerên seksê bi hinceta ku asayîşa Amedê zextê li wan dike û tim derbarê wan de zabitnameyan digre, rojek dev ji kar berdan. Jinên ku karên seksê dikin ditirsin navenda wan bê girtin û ew bêkar bimînin.

A+A-

Maşallah Dekak

Li Amedê karkerên seksê bi hinceta ku asayîşa Amedê zextê li wan dike û tim derbarê wan de zabitnameyan digre, rojek dev ji kar berdan. Jinên ku karên seksê dikin ditirsin navenda wan bê girtin û ew bêkar bimînin.

Li navenda seksê ya Amedê ji 30î zêdetir jin karkerîya seksê dikin. Li gorî angaşta wan polîsên midûrîyeta sincê ev 2 sal in her zextê didin ser wan û bi hincetên cuda gefa girtina wê navenda seksê li wan dixwin.

Jinên ku laşfiroşîyê dikin jî bi hev re rojek dev ji kar berdan û bi vê çalakîyê li hemberî asayîşa Amedê nerazîbûn nîşan dan. Piştî rojekî jinan careke din dest bi karê seksê kir. Lê ew dibêjin her tiştên wan yasayî ne û asayîş niheqîyeke mezin li wan dike.

Derbarê vê yekê de Berpirsa Jinên Laşfiroş ji Rûdawê re got: “Li ser me gelek zext hene. Em navendeke fermî ne, em bi qaçaxî vî karî nakin. Li Tirkîyê li tu navendên seksê zexteke wiha tune ye. Ez nizanim ji me çi dixwazin. Em sîgortayên xwe radizînin.Ez salê 2 milyon lîre bac didim dewletê. Her tiştê me li gorî yasayan e. Yasayek ji dema osmanîyan maye tînin datînin ber me. Dibêjin tu rabî ser pîyan sûc e. Tu derkevî ber pencereyê sûc e. Tu camê vekî, derkevî hewşê sûc e. Ma evder zindan e? Min li dozgerîya Amedê gilîyê wan polîsan kirîye.Ez dê qet gav paşde navêjim.”

Karkerên seksê ku li vê navendê dixebitin xwe weke qûrbanîyên çarenivîsê bi nav dikin. Her yek xwedî malbatek in û bêyî haya malbatên xwe li van navendan kar dikin.

Karkereke seksê jî dibêje: “Sê zarokên min hene. Ez hersê zarokên xwe û malbata xwe bi vî pereyî xwedî dikim. Ji bo debara malbata xwe neçar im li vir kar bikim. Nahêlin em nefes bistînin. Ma ev der maleke ji rêzê ye? Ev der navenda seksê ye. Divê evqas zextê nedin ser me. Jixwe derfetên me hebûya, yek ji me jî laşfiroşîyê nedikir. Em ji neçarî vî karî dikin.”

Hinek ji wan heqê dermankirina nexweşên xwe û hinek ji wan jî zarokên pereyê xwedîkirin û perwerdekirina zarokên xwe ji karê laşfiroşîyê bi dest dixin. Ji ber vê yekê ew ditirsin ev cih bê girtin û ew bê kar bimînin.

Karkereke din a seksê jî wiha axivî: “Em ne tenê takekes in. Bi me re malbatên me jî dikevin zehmetîyê. Em keçên dewlemendan nînin. Em keçikên hejaran in. Dayika min bi nexweşîyeke giran ketîye û ez bi vî pereyî wê derman dikim. Du zarokan didim xwendin û herdu zarok jî pir jîr in. Min xwe gorî wan kirîye. Ez naxwazim evder bê girtin. Bila ev zext bi dawî bibin.”

Li bajarên Tirkîyeyê 32 navendên laşfiroşîyê hene û ya herî mezin jî li bajarê Stenbolê ye. Li bajarên Kurdan jî 4 navendên laşfiroşîyê hene û ya herî mezin jî li bajarê Amedê ye.

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin