Lêgerînek li ser Komeleya Pêşketina Jinên Kurd

Lêgerînek li ser Komeleya Pêşketina Jinên Kurd

.

A+A-

Nûjîn Onen/Rûdaw

Li welatên ku jin di warê civakî, çandî û siyasî de azad be, tê wê wateyê ku ew welat welatekî pêşketî ye. Eger derfet bo jinan bê dayîn jin dikarin di her warî de biser bikevin. Dema dengê jinan di jiyana civakî, çandî û hunerî de qels dibe ev yek bi xwe re gelek neheqiyên din jî tîne.

Jinên Kurd di her serdemê de bi awayekê hewl dane di civaka tê de dijîn dengê xwe bilind bikin û bi xebatên xwe derkevin pêş. Di serdema Osmaniyan de jinên Kurd di sala 1919an de li Stenbolê Komeleya Pêşketina Jinên Kurd (Kürt Kadınları Teali Cemiyeti) damezrandine. Ev komele ji aliyê 11 jinan ve hatiye damezrandin. Yekem car di kovara Jîn de behsa xebatên Komeleya Pêşketina Jinên Kurd tê kirin. Rojname salix dide ku ‘’Jinên Kurd bi vê komeleyê di xebata azadîxwaziyê de cîh girtine’.”

Dema em bala xwe didin serdema avakirina Komeleya Pêşketina Jinên Kurd, armanca ku bêhtir derdikeve pêş ev e ku piştî Şerê Yekem ê Cîhanî, lêgerîna neteweperwerên Kurd bo bidestxistina mafên rewa yên miletê Kurd e. Roja vekirina komeleyê, destpêkê li Mizgefta Sultan Ehmed mewlûd hatiye xwendin. Piştî mewlûdê Encûm Yamulkî wek Seroka Komeleyê di vekirina komeleyê de gotarek pêşkeşî endamên komeleyê kiriye.

Zanyariyên li ser Encum Yamulkî kêm in lê tiştên ku me bi dest xistine ev in. Encum Yamulkî keça Mistefa Paşa Yamulkî ye û li Silêmaniyê ji dayik bûye.

Kurd dixwazin weke hemî gelên din mafên xwe bistînin’’

Encum Yamulkî di roja vekirina komeleyê de ji endamên komeleyê re gotarek pêşkeş kiriye; ev axaftin cara yekem di kovara Jîn de hatiye belavkirin. Ji gotara Encum Yamulkî hin gotin jê ev in:

 “Xanimên ku kerem kirine û hatine vê civînê, ez bi navê neteweya Kurd spasiya wan dikim. Em dibînin ku jinên Kurd, Kurdan wek neteweyekî nîşan didin; ev gotin di wan şert û mercên wê demê de bo dîroka jinên Kurd girîng e. Kurd ne li dijî Tirkan in, nabe ku gelê Misilman li dijî hev bin, digel vê yekê jî Kurd dixwazin wekî hemî gelên din mafên xwe bistînin.”

Di hin cihan de armanca komeleyê wek ku tenê alîkariya jin û zarokan dike hatiye nîşandan, lê yek ji armancên sereke yên komeleyê ev e ku ji bo bidestxistina mafên neteweya Kurd xebatan bike. Di vê gotara Encum Yamulkî de yek ji tişta ku balê dikişîne ev e “Jinên Kurd ên ku hatine merasima vekirina komeleyên soz dane ku ji bo pêşketina Kurdayetiyê çi pêwîst be bikin û di xebatên xwe de dudil nebin.”

Encum Yamulkî li ser armanca Komeleya Pêşketina Jinên Kurd dibêje, “Armanca komeleya me ev e ku, çiqas jin û zarokên ku pêdivî bi alîkariyê hebin, ji wan re kar peyda bikin û ji wan re îdarexane û xwendingehan vekin. Jinên ku dikarin dersê bidin, bêpere mamostetiyê bikin. Komele jibo pêçana birînên netewe pêwîstî bi fîdakariya we heye, eger hemû Kurd ji bo alîkariya me destê xwe dirêj bikin û her fîdakariyekê bikin, em dê bibînin ku daxwazên me yên neteweyî jî rastî ne. Xwedê neteweya me her dem bextiyar bike.”

Ji xeynî Encum Yamulkî di pirtûka Rohat Alakom ya bi navê  “Şerif Paşa Bir Kürt Diplomatın Fırtınalı Yılları” de tê gotin ku Emîne Xanima hevjîna Şerîf Paşa di sala 1918an di yekem Komeleya Pêşketina Jinên Kurd de bûye seroka cemiyetê, herwiha tê diyar kirin ku Emîne Xanim dema li Swêdê dima li ser mijarên zayenda civakî ya jinan xebat birêve birine. Di vir de divê em behsa jiyana Emîne Xanimê bikin ku di warê bidestxistina mafên jinan, aşitî û alîkariyê de herwiha li Stockholma paytextê Swêdê, di komeleya alîkariyê de bi awayekî çalak cih girtiye.

Ji aliyê din ve Emîne xanim zimanê Îngîlîzî, Fransî û Swêdî jî baş zanîbûye. Emîne Xanim di medyaya Swêdî û di hin pirtûkên Tirkî de jî wekî jineke zîrek bi awayekî erênî hatiye nîşandan. Li gel zîrekbûna wê, derbarê xweşikbûna wê de jî gelek nivîs hene. Di pirtûkê de tê gotin ku di salên 1919an de ji aliyê Komeleya Pêşketina Jinên Kurd ve telgrafek bo Emîne Xanim tê şandin û daxwaz tê kirin ku Emîne Xanim bibe seroka komeleyê. Xanima Kurd daxwaza komeleyê qebûl dike. Di salên 1919a de Emîne Xanim serektiya komeleyê kiriye.

Divê em behsa hevjînê Emîne Xanimê, Şerîf Paşa jî bikin ku dîplomatekî Kurd e di salên 1898 de dibe Balyozê yê Swêdê yê Osmaniyan. Şerîf Paşa di hevpeyvîneke xwe de behsa rola hevjîna xwe dike û dibêje: Li Tirkiyê femînizm bihêz e, hevjîna min di nav femînîstan de yek ji wan jinên zîrek e.

Ji axaftina Şerîf Paşa diyar dibe ku Emîne Xanim li ser xeta femînizmê ye û li gor ku serokatiya komeleyê jî kiriye em dikarin encameke wiha jê derxin ku rengekî femînîzmê jî di komeleya jinên Kurd de hebûye.

Herwiha Şerîf Paşa yekemîn Kurd e ku li ser femînizmê daxuyanî daye. Jinên Kurd çawa di malbatên xwe de gelek caran serdest bin jî di civaka tê de dijîn ji aliyê mêrên Kurd ve jî piştgiriya wan hatiye kirin.

Ji bo pêkanîna rizgarî û paşeroja Kurdistana me’’

Vekirina Komeleya Pêşketina Jinên Kurd, di medyaya Kurdî jî cîhekî berfreh girtiye; rojname û kovarên wê demê behsa xebatên jinên Kurd kiriye. Di hejmara 26ê Nîsana 1919yê rojnameya Serbestî de bi navê “Saziyeka nû ya Kurdan’’ nûçeyek hatiye belav kirin û di wir de behsa damezrandina komeleyê dike. Herwiha di nîvîsê tê dîtin ku du rojan piştî belavkirina nûçeyê nivîsek bi navê “Kurd û Kurdistan: Jinên Kurd’’ hatiye belav kirin. Liser damezirandina Komeleya Pêşketina Jinên Kurd wiha dinivîsê:

“Ji bo pêkanîna rizgarî û paşeroja Kurdistana me ya ezîz û xoşewîst, xîret û xebateka zêde pêwîst e. Di vê xebatê de iştirak û beşdarbûna jinên me yên necîb, bêguman zewqeka bilind a însanî û wîjdanî dide mirov.’’

Jin di neteweyên şaristanî de nîvê neteweyê ye’’

Di kovara Jîn de nivîseke bi Tirkî li ser rol û mafên jinan di civakê de, bi pênûsa Memdûh Selîm Beg bi sernivîsa “Xanima Kurd’’ tê belavkirin, di wir de Selîm Beg di destpêka axaftina xwe de dibêje “Pîvana şaristaniyê cihê jinê yê di civakê de ye û serkeftinên ku bidest xistin e. Di neteweyên şaristanî de jin nîvê neteweyê ye’’.

Memduh Selîm Beg di nivîsara xwe de balê dikşîne ser meseleya misilmantiyê û wiha dibêje ‘Ola îslamê çiqasî cîh dide neteweyan? Destûrê dide ku neteweyên xwe biparêzin? An jî hemû neteweyan dikin nav kazana ol û dixwazin hebûna neteweyan bi wan bidin jibîrkirin? Ez ê tenê vê bêjim ji aliyê herkesî ve tê qebûlkirin ku Kurd girêdayî ol e û her tiştî bi awayekê neteweyî dikin.”

Piştre Selîm Beg di nivîsa xwe de gotinê tîne ser jinên Kurd: “Em di civakeka wiha dîndar de rewş û mafê jinan rewa dibînin’’. Selîm Beg herwisa diyar dike ku jinên Kurd azad in û jinên Kurd serwerê mala xwe ne, di jiyana civakî ya mêran de gihîştine cihê birûmet.” Herwiha pesnê jinên Kurd dide û dibêje “Jinên Kurd di têkiliyên civakî de rola hevjînê xwe jî dilîzin; pêşwaziya mêvanan dikin û bi rê dikin. Xanimên Kurd xwedî karakterên taybet, bijartî û berz in’’.

Di vir de em nikarin bibêjin ku hemû mêr ên Kurd bi vî awayî li jinên Kurd dinêrin lê di meseleyên civakî, çand û zimanî de jinên Kurd di dîroka Kurdistanê de rolên mezin girtine. Memdûh Selîm Beg di nivîseka din ya bi navê “Du Berhemên Xêrdar’’behsa komeleyê dike û dibêje “Ji bo Komeleya Pêşketina Jinên Kurd ya ku ji bo Kurdan şeref e em çiqasî spasiyên xwe pêşkeşî xanima bikin jî kêm e’’.

Li ser komeleya jinan helbest hatiye nivîsîn’’

Xebatên jinên Kurd ewqasî bi bandor bûye, li ser Komeleya ku hatiye damezrandin,  helbestvan û alimê Kurd Ebdurrehîm Rehmî Hekarî helbestekê bi navê “Ji Bo Civata Dayikan” dinivîse û di kovara Jîn de belav dike. Çarînek ji helbestê ev e:

"Gotin vekirine dayikan civateke bilindî

Ya Reb tu pêkve bînî, tewfîqekê de wane

Rehmî nedît ku laiq teqdîm biket hediyye

Hediyye ger qebûl bit, wi daye cism u cane"

Di pirtûka Mîthat Kutlar  a bo navê ‘’Nuriye Ulviye Mevlan ve Kadınlar Dünyasında Kürtler’’ de ku li ser Nuriye Ulviye Mevlan lêkolîn kiriye, tê gotin,  Ulviye Mevlan di 28 Gulana 1913a de Cemiyeta Mudafaa-i Hukuk-i Nîsvan [Komeleya Parastina Mafên Jinan] damezrandiye herwiha ew bi xwe damezrênera dezgeha cemiyetê ya rojnameya bi navê “Kadınlar Dünyası’’ (Cîhana Jinan) jî.  Sê jinên Bedirxaniyan jî di kovarê de cih girtîne; Fexriye Bedirxan, Mes’adet Bedirxan û Meziyet Bedirxana keça Emîr Alî Bedirxan di rojnameya “Kadınlar Dünyası’’ de nivîsên wan hene. 24 nivîsên Mes’adet Bedirxan di vê kovarê de hatîne weşandin.

Ulviye Mewlan di damezrandina rojnameyê de piştgiriya herî xurt ji hevjînê xwe yê Kurd Mevlanzade Rifat wergirtiye. Hevjînê wê Mevlanzade Rifat Kurdê Silêmaniye ye rewşenbîr û rojnemevanekî Kurd e. Mevlanzade Rifat yek ji wan rewşenbîrên Kurd bû ku mafê jinan diparast û kovarek bi navê “Erkekler Dünyası’’ (Cîhana Mêran) derxistiye. Mevlanzade derbarê derxistina vê kovarê jî  de wiha diyar dike, “Cîhana Jina û Cîhana Mêran hêdî hêdî bi gavên lez bi dinyaya mirovatiyê re dibin yek.” Mevlanzade yek ji wan rewşenbîran e ku piştgiriya tevgera femînist ya jinên Osmanî jî kiriye.

Komîteya Jinên Kurd

Çavkaniyeka din ya ku behsa Komeleya Pêşketina Jinên Kurd dike pirtûka “Devletsiz Ulusun Kadınları” ya Shahrzad Mojab de dihête saloxetkirin. Di beşeke pirtûkê de behsa rojnameya Zarya Vastoka ya ku di sala 1928an de li paytextê Gurcistanê Tîflîsê derdikeve dike. Di rojnameyê de nûçeyek bi navê Komîteya Jinên Kurd (Kürt Kadın Komitesi) hatiye nivîsîn.

Ev nûçe piştî 10 salan bi ser damezrandina komeleyê derbas dibe tê nivîsîn. Ev nûçe ji aliyê Kamîl Bedirxan tê amade kirin. Ligor lêkolînan di damezrandina komeleyê de hevjîna Kamîl Bedirxan, Dilber Xanim ji Stenbolê beşdar bûye. Beşdariya Dîlber Xanimê wekî yek ji damezrênera komeleyê texmîneka mukum e.

Mehmed Uzun

Yek ji nivîskarên wêjeya Kurdî Mehmed Uzun jî di pirtûka bi navê “Bir Dil Yaratmak’’ de behsa bernameya Komeleya Pêşketina Jinên Kurd dike û dibêje ‘’Dema mirov deklerasyona komeleyê ya ku di kovara Jîn de hatiye belav kirin dixwîne mirov matmayî dimîne ewqas nûjen, şaristanî, civakî û rûyê wê bi dinyayê vekiriye û ev deklerasyonek pêşwext e.”

Xebatên jinên Kurd yên wê demê ji aliyê gelek nivîskar û rewşenbîrên Kurd ve bi serbilindî di nivîs û nûçe û helbestan de cih girtiye. Divê em balê bikişînin ser vê yekê jî rewşa niha ya ku jinên Kurd têde ye naşibe rewşa jinên din; ji ber ku jinên Kurd him ji aliyê civakî, him ji aliyê zayendî û him jî ji aliyê dewletên serdest rastî zextan tên, loma divê jinên Kurd wekî Komeleya Pêşketina Jinên Kurd ya di serdema Osmanî de hatiye damezrandin him ji bo bidestxistina mafê neteweya Kurd him jî ji bo mafên xwe têbikoşin.

Nêzîkî sed sal bi ser komeleyê derbas bûye lê dema em li hin komeleyên niha yên di bin sîwana partiyan de hatiye avakirin dinêrin, dibînin ku ew nikarin bi awayekî azad tevbigerin. Komeleya Pêşketin Jinên Kurd divê ji bo jinên Kurd bibe mînakeke bêhempa ye.

Çavkanî:

Mithat Kutlar-Nuriye Ulviye Mevlan ve Kadın Dünyasında Kürtler Rûpel:56-57-59-62-83)

 (Shahrzad Mojab-Devletsiz Ulusun Kadınları Rûpel: 90-91-92-93-94-96-97)

 (Rohat Alakom-Şerif Paşa Bir Kürt Diplomatın Fırtınalı Yılları Rûpel:45)

 (Memduh Selîm Beg Xanima Kurda-Du Eserên Xêrdar Kovara Jîn hejmar : 14-20)

 (Ebdurrehîm Rehmî “Ji bo Cıvata Dayikan’’ Jîn Hejmar : 20)

 (Rojnameya Serbestî Hejmar: 479)

 (Axaftina Encum Yamulkî Kovara Jîn Hejmar: 22)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin