Lavrov: Rêkeftina agirbestê bi temamî nayê bicihanîn

Lavrov: Rêkeftina agirbestê bi temamî nayê bicihanîn

Lavrov: Rêkeftina agirbestê bi temamî nayê bicihanîn

A+A-

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Moskowê beriya hevdîtina xwe ya ligel hemkarê xwe yê Ermenistanê Zograb Mnatsakanyan ji medyakaran re axivî û banga çareserkirina bilez a qeyrana Qerebaxê kir. Lavrov herwiha got, agirbesta ku ji bo rawestandina şerê Qerebaxê li Moskowê hatiye ragihandin bi temamî nayê bicihanîn û çalakiyên leşkerî berdewam dikin.

Lavrov da zanîn ku wî rojên înê û şemiyê du roj bi aliyên Ermenistan û Azerbaycanê re derbas kirine û bi înîsiyatîfa Pûtîn rêkeftineke girîng hatiye encamdan, lê niha jî tam nayê bicihanîn û çalakiyên leşkerî berdewam dikin.

Mnatsakanyan gotinên Lavrov piştrast kirin û got, Mixabin aniha jî di pratîkê de em nikarin bibêjin ku agirbest hatiye pêkanîn û berpirsê wê jî aliyê Azerbaycanê ye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin