Kurê Mitterrand: Clinton derbarê Kurdan de çi daxwaz ji Mitterrand kir?

Kurê Mitterrand: Clinton derbarê Kurdan de çi daxwaz ji Mitterrand kir?

.

A+A-

10 sal di ser koça dawî ya hevjîna Serokê Berê yê Fransayê François Mitterrand, Danielle Mitterrand re derbas bûn ku dosteke nêzîk a gelê Kurd bû. Kurê wê dibêje, “Dayika min berdewam behsa qehremanî û xweragiriya gelê Kurd dikir. Digot ew `xwîşk û birayên me ne.” Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê jî behsa diyaloga Bill Clinton û Danielle Mitterrand a derbarê Kurdan de kir.

Danielle Mitterrand ku bi dirêjiya temenê xwe ji bo azadî û wekheviya mirovan û parastina mafên gelên bindest têkoşiya, dengê miletê Kurd gihand cîhanê.

Serokê Enstîtuya Kurdî ya li Parîsê Kendal Nezan ji sala 1982an ve bû hevrêyekî nêzikî ê wê jina Fransî ya dosta gelê Kurd.

Kendal Nezan dibêje, Danielle Mitterrand ewqas aşîna û agahdarî êş, azar û zilma li ser gelê Kurd bû, piştgiriya berdewam a li Kurdan bûbû yek ji armancên sereke yên Mitterrand û dest ji gihandina êşên gelê Kurd bo cîhanê berneda. Her bi wê sedemê jî yekem Konferansa Navdewletî ya taybet bi Pirsa Kurd, li Parîsê di bin çavdêriya Danielle Mitterrand de birêve çû.

Kendal Nezan diyar dike, “Sohbetên me her tim derbarê Kurdan de bûn. Carna François Mitterrand, dixwast em behsa mijarê din jî bikin, lê wê (Danielle Mitterrand) digot, `heta Pirsa Kurd çareser nebe, mafê me nîne em behsa tiştên din bikin.` Rojekê dema François Mitterrand, Madam Mitterrand,  Bill Clinton û Hillary Clinton kom bûn, Clinton ji Mitterrandê re got, `îşev derfeteke baş e, ji bo min behsa Kurdan bike, meseleya Kurd bo min bêje.` Mitterand jî bo dema 2 demjimêran ji wî re behsa Kurdan kir. Dema ku François got, `mêvanên me gelek bêzar neke`, Clinton got, `nexêr, ez dixwazim Kurdan bizanim.` Piştî wê malbata Clinton jî bi Kurdan re bûn dost.”

Paşê ji bo parastina Kurdan ji êrişên rejîma Beasê li Encûmena Asayişê ya Netewên Yekbûyî (NY), biryara 688 hat derxistin û di vê yekê de jî rola Mitterrand mezin bû.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî jî behsa xebata Mitterrand a ji bo Kurdan dike û bibîr dixe ku Danielle Mitterrand yekem kesayeta navdewletî bû ku sala 1992an serdana Herêma Kurdistanê kir û gotara wê ya li nav parlamentoyê, handanek bo civaka navdewletî ku piştgiriya gelê Kurd bike.

Fewzî Herîrî  got, “Bingeha statuya Herêma Kurdistanê, cihgirtina wê statuyê di destûra Iraqê de û hebûna parlamento û hikûmetê wek yek herêm bo Herêma Kurdistanê, li vir hatin avêtin.”

Kurê Danielle Mitterrand, Gilbert Mitterrand dibêje, “Dayika min bi berdewamî behsa Kurdan dikir, taybetî piştî ji vegera wan geştên ku bo Kurdistanê pêk dianîn. Behsa wê dikir, ka çi dîtiye, hest bi çi kiriye û behsa qehremanî û xweragiriya Kurdan dikir di xebata ji bo rizgarî, azadî û serxwebûna xwe de.”

Di berdewamiya axaftina xwe de kurê Mitterrand dibêje, “Ji bo wê xweragiriyê jî Mitterrand li gel gelê Kurd bû wek çawa li gel miletên din ên hevşêweyên gelê Kurd li cîhanê, ji ber ku wê hest bi wê dikir ku malbatek in, digot `ew xwîşk û birayên me ne`, lewma Kurd jî niha dibêjin, `ew dayika me ye.”

Dosta gelê Kurd Danielle Mitterrand ji bo ku bikare kar û çalakiyên xêrxwaziyê berfireh û berdewam bike, rêxistina `France Libertés` damezrand. Ew rêxistin li piraniya welatên cîhanê xebat û pojeyên cor bi cor birêve dibe.

Danielle Mitterrand roja 22ê Mijdara 2011an de di 87 saliya xwe de koça dawî kir.

Seroka Weqfa Azadiyan a Fransayê Michelle Jully berî niha ji Rûdawê re ragihandibû, Mitterrand berî ku wefat bike, wesiyet li wê kir, “Piştî mirina min li ser alîkariya bo gelê Kurd berdewam bin, li hemberî wan wefadar bin, ji ber ku ew hêjayî vê yekê ne.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin