”Kurdistan tuneye, eger hebe çima di nexşeya cihanî de navê wê û sînorên wê tune ye?

”Kurdistan tuneye, eger hebe çima di nexşeya cihanî de navê wê û sînorên wê tune ye?

”Kurdistan tuneye, eger hebe çima di nexşeya cihanî de navê wê û sînorên wê tune ye?

A+A-

Remzî Kerîm

”Kurdistan tuneye, eger hebe çima di nexşeya cihanî de navê wê û sînorên wê tune ye?

Ez kurd im? Hem kurd û hem …………me”

Min pir dixwest ez vê munaqeşeya pir enteresan ya 4 ciwanên kurd wergerînim kurdî. Munaqeşe bi zimanê swêdî ye û xuya ye her çar ciwan jî li Swêdê hatine dinê. Li Swêdê mezin bûne. Her çar jî derdora 20 salîyê de ne. Diyar dibe ku dê û babên wan ji beşên cida yên Kurdistanê ne û kurd in. Carna bi malbata xwe re çûne ”welat-nîştimana” xwe.

Ez suhbeta wan wernagerînim, lê fikir, qenaet, nêrîn û pirsên di serê wan de dikarin babeta munaqeşê ji kurdîzana re eşkere bikin. BÊGUMAN têkilîyên wan yên li dibistan û cihê kar, bi zarok û ciwan û mezinên ne kurd re, -yên ku gotine Kurdistan tuneye, welatê we tuneye, çima li ser nexşeya cihanê Kurdistan tuneye- formek daye van hizir û qenaet û fikir û pirsên wan. Dudilîyek di nasnameya wan ya kurdî de peyda dibe. Her çar jî qebûl dikin ku du nasnameyên wan hene: Xwe hem kurd dihesibînin, hem swêdî.

Ez li jêr çend gotinên wan werdigerînim kurdî.

”Ji min dipirsin, tu ji kû yî?

- Kurdistan.

-Na na, Kurdistan tuneye.”

”Ji me re digotin, na ew der ne Kurdistan e, ew der Tirkiye ye.”

”Erê em dizanin welatê me tuneye”

”Ka li ser nexşeyê Kurdistan tuneye”.

”Wek zarok pir zor bû, em bersiva van pirsan bidin.”

”Min di destpêkê de şerm dikir ez bêjim, ez kurd im. Min nasnameya xwe ya kurdî vedişart. Lê niha bi kurdbûna xwe serbilind im.”

”Dê û babên me ti cara ji me re negotine çima Kurdistan tuneye”.

” Ez nîvî kurd im, nîvî swêdî me.”

”Ez diçûm welat, min resmek li medya sosyal diweşand û digot ez li welatê xwe me. Xelkê pirs dikir, kîjan welat?”

”Li ser kurdan me pir bihîstiye, dibêjin: xelkê çîya-nasyonalîst-pozmezin-xelkê bipirç-ciwanên ku di bin zexta/êşa namûsê de.”

PIRS JI BO MEZIN Û DÊ Û BAVAN

1- Eger keça te, kurê te ji te pirs bike: Kurdistan tuneye, eger hebe di nexşeya cihanê de nîşa min bike, wê bersiva te çi be?

2- Tu çiqasî bi zarokên xwe yên li Ewropa û derveyî Kurdistanê hatine dinê, yan li Ewropayê mezin bûne, van pirsan munaqeşe dikî?

3- Kîjan pirs, hizir û nêrînên zarokên te yên balkêş li ser van babetan hene? Tu çi bersivê didî?

4- Eger keça te yan kurê te bibêje ”Ez hem kurd, hem almanî-fransî-holandî-swêdî. norveçî-îtalî- danîmarkî me, tu ê ji wan re çi bibêjî?

TIKA YE eger hûn şirove bikin, FIKIR Û HIZRÊN xwe binivîsin, neku gotinên nerind ji ciwanan re bikin.

 

https://www.facebook.com/100001431254501/posts/3523481967709477/?d=n

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin