
Kurdî ji afîşên pêşangeha pirtûkan a Amedê hat derxistin
Li Amedê di navbera 25-30ê Îlonê de 6. pêşangeha Pirtûkan li dar dikeve lêbelê îsal di afîşên pêşangehê de zimanê Kurdî û Îngîlîzî cih negirt û afîş tenê bi tirkî hatin amadekirin.
A+A-
Li bajarê Amed ê Bakûrê Kurdistanê îsal di navbera 25-30ê Îlonê de 6.Pêşangeha Pirtûkan tê lidarxistin. Weşanxaneyên Kurdî ên wek; Dara, Peywend, Lîs, Avesta, J&J, Nûbihar, Aryen, Belkî, Rûpel, Komal jî dê di nav 120 weşanxaeyên wê pêşangehê de cih bigirin.
Ew pêşangeha ku ev 4 sal bû ji ber qedexe û pevçûnan nedihat lidarxistin, îsal tê lidarxistin lêbelê di afîşên ji bo pêşangehê hatine çêkirin de, tenê zimanê tirkî cih girt û zimanê Kurdî û Îngîlîzî ji afîşan hatin derxistin.
Tevî ku pêşangeh li bajarekî Kurdan tê lidarxistin û hejmareke zêde ya weşanxaneyên Kurdî jî beşdar dibin, zimanê Kurdî ji afîşan hat derxistin. Afîşên pêşangehê tenê bi zimanê tirkî hatine amadekirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin