Kurdên rastî êrişa Qezaxan hatin: Digotin `em dê Kurdan serjê bikin`

Kurdên rastî êrişa Qezaxan hatin: Digotin `em dê Kurdan serjê bikin`

.

A+A-

Li parêzgeha Saratov a Rûsyayê qazaxan êrişî gundê Kurdan ê bi navê Têmonîno kir. Kurdên ku nehiştin ew bikevin gund dibêjin, qezax dixwazin wan ji deverê derxînin. Kurdekî niştecihê deverê dibêje, “Digpotin, `Ecem, Qezax, Tirk birayên hev in, em dê Kurdan serjê bikin.`”

Êrîşkar hemû xortên ji 18 ta 25 salî ne û çend kes ji ber ra wan rêve dibe. Bi emir û ferman tev digerin.  Kevir û ber û dar û kêr davêjin ser Kurdan û hewil didin wan dorpêç bikin û têkevin gund.

Nadirê Elî, şêniyê gundê Têmonîno dibêje, “Me pêşiya wna girt. Gelek bûn. Me zext kirin, polîs hat.”

Tewrata Mecîd, şêniya gundê Têmonîno dibêje, “30 kes çûn pêşiya 275 kesan.”

Kurd pêşiya êrîşkaran digrin, nahêlin ew bikevin gund û lêkdaneke giran di nava wan de rû dide.  Pênc Kurd bi sivikî birîndar dibin.

Hejmara birîndarên Qezexan du caran zêdetir e û birîna wan jî zextirin. Şêniyên gund tekez dikin ku, Qezex bi rêxistinkirî bi ser wan de girtine,  ji xwe armanca wan ew e ku Kurda ji herêmê derbixin.

Hesenê Barî, şêniyê gundê Têmonîno dibêje, “beşek ji wan ji Qezaxistanê derbasbûne hatine. Dibêjin, Ecem, Qezax, Tirk birayên hev in, em dê Kurdan serjê bikin.”

Kubara Firqo, şêniya gundê Têmonîno diyar dike, “Em ji 90 salî ve li vê derê dijîn, em Qirgizistanê hatine, berê şerên biçûk çê dibûn, ev cara yekem e Qezaxan bi rengî bi ser me de girt.”

Polîsê herêmê lêpirsîneke berfireh daye destpêkirin. Li gorî agahiyên  dawî vê gavê  5 xortên Kurd, ên ku birîndar bubun û nêzî 15 Qezex hatine desteserkirin.

Rêveberiya nehiyê Dêrgaçî, ku gundê Têmonîno pê girêdayîye, tevî israra tîma Rûdawê, ne xwest li ser bûyerê daxuyanî bide.

Husênê Rostem, Berpisekî diyaspora Kurdên deverê dibêje, “Ev organîze bûne û hatine, Seratov wek erdê xwe hesab dikin ev tiştek veşartî nîne, dixwazin Kurdan derxînin.”

Niha rêveberiya parêzgeha Saratovê hewil dide civata Kurd û Qezex li hev bîne. Lê Kurd dilgiranin, ku hem bûne hedefa êrîşeke rêxistinkirî, hem jî gundiyên wan hatine desteserkirin.

Şêniyên vê gundê ji wan Kurdan in ku sala 1937 Stalîn ew ji Ermenistan û Azerbaycanê sirgunî  çolên Kirqizistanê kiribû.  Salên 90 jî ew, ji ber zordestiya kirqizan reviyane Rûsyayê, û li çend gundan bicih bûne.

Ev herêm  nêzî sînora Qezexistanêye. Piraniya nişteciyên vê deverê jî Qezex in. hejmara Kurdan bi giştî dora 6 hezar e.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin