Em Êzdî û rihaniyên Êzdîtiyê amadene ku, di vê cejna Êzî de , piştgiriya kiryar û daxwazên van merivan bikin!
Kemal Tolan
Jin û mêrê bi hevre zewicîne û dijîn dibêjin, me xwand ku , di Qewlê seremergê de tê gotin,
„Îlahiyo! bi te didem xêr û şera,
Himeta te hebit bi min ra,
Dewedarim bi navê te ra.“
Me wisa ji vê rastiya ola pêşiyên xwe yên Êzdî, ku ewan ne bi dilê xwe ola bapîran guhastine, bawerkir û me jin û mêr îsal bi razemendiya dilê xwe her sê rojiyên Êzî girtin. Em jî dibêjin şikir ku, ola a pêşiyên me Êzdiyatî baweriya heqiyê ye. Di rê û rismên Êzdiyatiyê de zelal diyardibe ku, Êzdiyatî ola bexşender û Xwedanê hêviyê ye. Lewma em, hêvî ji Xwedê dikin, ew me jibo xatirê bapîrên me û tifaqê bibexşîne !
Em ad didin, em ê êdî tenê li pey baweriya Êzdîtiya pêşiyên xwe bimeşin û heta em bikaribin, em ê weke Êzdiyekî ji sed û hedê Êzdiyatiyê bi cîh bînin“



YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin