”Ku mizgeft bûna dê çêkirina”

”Ku mizgeft bûna dê çêkirina”

"Soredêr " ji bê xwedîtîyê xerab bûye û yê mayî jî ji alîyê qaçaxçî û definecîyan ve hatîye tehrîbkirin.

A+A-

Li taxa Yanal a qezaya Elbaka  bajarê Wanê Dêra Ermenîyan ku di di navbera sedsalên 7 û 9an bi navê ezîz Ejmiacin hatîye avakirin û di nav gundîyan de wek "Soredêr " dihê bi nav kirin ji bê xwedîtîyê xerab bûye û yê mayî jî ji alîyê qaçaxçî û definecîyan ve hatîye tehrîbkirin.

Gundîyekî ku navê wî Ubeyd Karaboga ye û gundê wî cîranê Soredêrê ye dibeje; ew ji bo Dêr bihê resterokirin miracatê berpirsîyaran kirîye lê berpirsîyar guhê xwe ji daxwazên wî re girtine û jê re gotine; "ger mizgeft bûna dê daxwaza wî bi cî bihata ".

Gundî di axaftina xwe de dibêje, ku ev Dêr bihata restorekirin ew ê xizmeta dêrê bikira û bi saya dêrê dê turîst bihatana herêmê û feyda wê bigiştana wan jî. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin