Maruf Yilmaz

Maruf Yilmaz

Lêkolîner û Doktoremend
Hemû nivîsên nivîskar >

Kovareka nû derdikeve; Kovareke zanistî, pedagojî, felsefeyî û wêjeyî

A+A-
  1. Akademî

Akademî kovareke zanistî, pedagojî, felsefeyî û wêjeyî ye û di vê kovarê de dê mijara sereke pirzanist be. Kovareke serbixwe, "otonom" û bi xwe ve girêdayî ye...Gotareka zanistîyê di kovareka zanistî tê weşandinê ji ber ku prensîpên kalîteya xwe heye. Ev tê vê wateyê, ku gotar ji hêla lêkolînerên din ve jî têne nirxandin. Akademî di gotara zanistiyê de çi ye? Gotareka zanistî çi ye

   2. Naveroka kovara zanistiyê çawa ye?

     Di  kovareka zanistîyê de çar xalên girîng hene, ew jî ev in:

   1. Tu çawan dizanî ku kovareka zanistî ye? Nivîs ji hêla lêkolîner an xwendekarekî/ xwendekareke pêşkeftî ya zanîngehê ve hatî nivîsandin, ne ji hêla     rojnamevanek ve...

    2. Gotar di kovareka zanistî de hatiye weşandin.

   3. Gotar jı hêla lêkolînerên din ve de heman mijarê de têne nirxandin.

   4. Gotareka zanistî di nivîsê de bixwe referens û navnîşa referansê heye.

   5. Zimanê kovarê giştî û  akademîk e.

  3. Ziman, zarava, çandî û prensîbên zanistiyê çi ne?

 Ziman an zaravayên her kesî/kesê mîrateya çandî ye û divê were pêşxistin. Nivîsar an gotarên zanistî di kovarên zanistî de têne weşandin. Tiştê ku gotarên zanistî ji yên ne zanistî ji hev cûda dike ev e ku ew gotarên ku werin çapkirin, divê nirxandineka zanistî li ser kalîteya wan bihête kirin. Gotarên orîjînal ji raporên lêkolînan pêk tên ku encamên projeyeka lêkolînê ye ku ew gotarên bên weşandin, berê nehatine weşandin. Gotarên nirxandinên rexneyî yên zanistî û gotarên orîjînal in.

Gotarên teorîk hesabên ku nivîskar an xwendekar ji lêkolînên heyî li teoriyên nû digere ne û tezên avadike. Di kurtenivîsekê de, kurteyek ji gotarê tê dayîn, ku armanc, rêbaz, nîqaş û encam têne diyarkirin. Mijar an peyvên sereke yên ku naveroka gotarê destnîşan dikin jî divê li vir hebin û bên xuyankirin. Rêbaz û materyal - danasîna kîjan/çawa rêbazan hatine bikaranîn divê ewqas hûrgulî û rast bin, bêne dubarekirin. Nîqaşên metodolojîk têne nîqaşkirin û her weha encamên çawaniya lêkolînên berê yên ku li qada heyî re têkildar in, tên nirxandin. Çavkanîyên nivîskarî / nivîskarê di navnîşa referansê de pêwîst in, hemû belgeyên ku di gotarê de têne destnîşankirin divê bêne bicîhkirin da ku em bikaribin vegerin ser çavkaniyên cûda û ji wan sûd werbigirin. Agahdarî di gelek celebên çavkaniyan da têne dîtin û çavkaniyên cûda ji armancên ji armancên cûda re xizmetê dikin. Kî li pişt agahdariyê ye? Ma kesek an rêxistinek berpirsyar e? Armanca agahdariyê çi ye?  Ma ev çavkaniyên ku diyar in rast in? Ma ev çavkaniyên heyî û têkildar in, rast in an na? Lêbelê, ne hemû çavkaniyan agahdariya pêbawer  hene.

Prensîbên weşanên zanistî çi ne? Ma ev zanistî ye? Girîng e ku hûn, wekî xwendekar têkiliyek çavkanî-rexne, rexnegirî pêş bixin û bikaribin çavkanî û weşanên ku hûn jê sûd werdigirin bixînin lîsteya referensê û rexne bikin. Raporeke zanistî bi gelemperî sê beşên wê yên sereke hene.

Pîvanên gotarên zanistî ev in:

  • Nivîskar lêkolîner in  û  li zanîngeh an  Xwendegehên bilind  yên  li Ewropayê  xwendine.
  • Kovara ku gotar weşandiye zanistî ye û ji alîyê lêkolînerên din hatiye nirxandin.
  • Encamên lêkolîneka lêkolînê bi zanistî tê ragihandin.
  • Gotar baş hatiye avakirin û danasîna naverokê, rêbaz, encam û nîqaş e.
  • Gelek referansên lêkolînên berê hene û lîsteya referensan jî bi pêk û pêk e.
  •  Ziman akademîk û pêşkeftî ye.

Ramana rexneyî di medyaya civakî de girîng e. Pênc pirs dikarin bibin destpêkeka baş:

 1. Kî dibêje?

 2. Çi dibêje?

 3. Çawa dibêje?

 4. Çima dibêje?

 5. Kîngê gotîye?

Gelek kes bawer dikin ku demokratî bêyî medyaya azad nabe. Medya hinekî garantî dike ku mirov li ser tiştên ku li cîhanê diqewimin biaxivin, rexne bikin û agahdarîyê jê werbigirin. Medya faktora hêzê ye. Demokrasî li ser esasê babendbûn, berjewendî û derfeta beşdarbûnê ya welatiyan e.

4. Naveroka navendî ya kovarê

Kovar, weşaneke demkî ye ku salê çar hejmar bi rêk û pêk dê bihete weşandin. Di kovarê de dê gotarên nivîskarên cûda hebin. Mînak:

  • Rastî wek rastîyê

Rastî wek rastîye bibêje. Divê nivîsara te tam mebesta te bibêje ku tu dıxwazî bibêjî. Ji ber vê yekê girîng e ku tu her gav nivîsa xwe plansaz bikî berî ku tu dest bi nivîsandina nivîsê bikî. Divê ziman zanistî be.

  • Zelalbûn

Zelalbûn tê wateyê ku divê nivîsa te baş were sazkirin û baş were hizrîn. Naveroka navendî ya gotara te ji hêla xwendevanekî/xwendevaneke te ve bê têgihîştin (fêmkirin).

  • Bawerî: Metneke te zanistî be, berevajî metnek populer e,divê xwediyê pêbawerî û otorîteyê be. Wekî lêkolîner, divê tu li ser bingeha çavkaniyên xwe û encamên lêkolîna xwe argumaneke mentiqî pêşkêş bikî. Divê her xwendevanek bikaribe ji lêkolîna te bawer bike.
  • Konsantrekirin”

Divê nivîsa te li hev be. Ev tê wê wateyê ku her hevok û her peyva ku tu dinivîsînî divê avakarîyeka xwe hebe.

Edîtorê kovarê

Maruf YILMAZ, doktoremend, lêkolîner  û rojnamevan      

a-007.jpg

Önceki ve Sonraki Yazılar