Nuri Aldur

Nuri Aldur

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Şer û Şerxwazî

A+A-

Rastî/fakta: di tarîxa jîyana insanan- û însanetîyê de herdem șer hebûne û șerxwazan șer destpêkirine; bi milyonan kes hatine kûștin, war û mekan/bajar û welat wêran bûne, șaristanî û medenîyet têk çûne; lê kesan dîse jî ji sifirê destpêkirine da jîyana xwe berdewam bikin û jîyaneke nû bijîn.

Erê ma em çawa û çilo van tiștan dizanin? Ilim(arkeolojî, tarîx, antropolojî, sosyolojî û her yên wekî wan) alîkarê me ye û ilime ku van zanyarîyên hûndayî, nixwimandî derdixê ber çavan û bo me dibe rênîșan û îspat. Îroj jî șerxwaz û șer hene, wê sibe jî/sala werêjî û her tim hebin û hene jî. Eve, bi daxawe/malesef,  rastîyeke me ye ku TAHLE, lê realîteyekê û belkî jî qanûna tabîatê ye/ qûrala jîyanê ye.                                           

Teorî/hizir/dîtin: dîse jî bi rêça ilim/zanyarîyê em fêrdibin ku eger di bajar, mentîqe û welatande wekhevîya aborî/civakî, hûzûr, adalet û DEMOKRASÎ hebê - șer û pevçûn yan hîç nînin yanjî pir kêmin. Ji xwe eger em li der û dora xwe meyze bikin, emê bibînin ku șerxwaz û șer; li derên ku ji alîyên ilimve hê li pașin hene û xilas jî nabin.Li wan deran feqîrtî/belengazî, despotîzm/maffîatî, nehaqî, nehûqûqî û neadaletî hakîme.

Praktîk/kirin: ha nûha hinek karin weha bibêjin ku ma tenê li derên ji hemî awayan ve pașketîne șer heye? Bersiva vê pirsê erê ye!  

Helbet Rusya Putin anjî HAMAS a filistînî ne tenha ji ber birçîbûna nan û xwarinê ye ku șerdikin (her çiqas xeyalên Putin yên emperyalî hene jî) lê ewan xwedî bîr û bawerîyên kevnare û pîsin jî, ewan û yên mîna wan  (çar dewletên ku Kurdistan dagirkirine: ez Iraq ji hesab dikim ku ew șîîyên ku di bin zilma Saddam de di nalîn, nûha zimandirêjîyan û destdirêjîyan li mafên kurdan dikin)  her șer dixwazin, ewan harin û çavsorin,  xwîn ji devên wan dibarê. Yanî nebûna demokrasîyê jî mîna nan û avê faktoreke giringe ku karê hemî tiștan xerabike/tar û mar bike.  

Ezê bi van gotinên xwe yî dawî tema/babeta xwe yî bi navê  ”Șer û șerxwazî” tamam bikim. Li Rojhelata Navîn û Kurdistanê șerxwaz gelekin û lewra jî  mirin û kuștin, talan û wêran her berdewama. Em ji bîr nekin ku ne partîya Mahmud Abbas/filistînî  di 7 ê oktoberê de qatlîama cihûyan kir. Hamas wê rojek bê ku qatlîaman li filistînîyên sekuler jî bike û dewleta tirk bi hicûm û kuștinên li Rojava û Bașûr jî dagirkerîya xwe berdewam dike/fereh dike û dixwazê qezencên kurdan li wan deran ji holê rakê û bi fetisênê ye.                                                                   

Fermo gelî xwendevanên Rûpela nû; em her  kesekî ji xwe re bi hizirin û bi pûnijin ku ma kî li coxrafya me tarafdarê șere û kî li dîyalogê  û aștîyê dixwazê ye. Kî dixwazê demokrasîyê pêș bixê û kî dîktatorîyê dike sîstem. Ma bersivên van pirsan jî ne vekirî û zelalin? 

 Silav û rêz.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin